Civak

250 çekdarên êzidî ji PKKê veqetiyan

Bûyerên xanesorê û rûyê PKKê yê rast ji bo kurdên herêmê û taybetî ji bo êzidiyan jî eşkere dike. Piştî bûyerên Xanesorê gelek ciwanên êzidî ku tevlî PKKê bibûn niha rastiyê dibînin û xwe ji PKKê didin aliyekî.Rojana bi dehan çekdarên êzidî ji nava refen PKKê vediqetin.Rêveberê asayişa Şingalê Qasim Simo ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, ji destpêka îsal ve heta niha zêdetirî 250 çekdarên êzîdî ji PKKê veqetiyane.Qasim Simo daye zanîn ku tenê piştî bûyera Xanesorê, zêdetirî 100 çekdarên êzîdî ji nav PKKê derketine û roj bi rojî zêde dibe.Rêveberê asayişa Şingalê daye xuyakirin ku PKKê dixwast kurdên êzîdî li dijî Pêşmerge bikar bîne lê kurdên êzîdî zanîn ku qesta PKKê derxistina aloziyê ye ji ber wê jî jê vediqetin.  

Balkêş e ?
Close
Back to top button