2 hezar donim dan û genimên cotkarên Kurd şewitandin

Şewitandina dexl û danên cotkarên Kurd li navçeyên Kurdistananî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê bû sedema dilgiraniya xelkê û aliyên peywendîdar û daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikin, erkê ser milê xwe bi cîh bikin û mal û warê welatiyên wan navçeyan biparêze.

Li vî derbarî de Yasîn Qadir Serokê Yekîtiya Giştî ya Cotkarên Kurdistanê eşkere kir, heta niha zêdetirê 2 hezar donim dan û genimên cotkarên Kurd li navçeyên Kurdistanî yên derveya îdareya Herêma Kurdistanê hatiye şewitandin û daxwaz jî dike, artêşa Iraqê bi hevbeşî li gel hêzên Pêşmerge erkê parastina wan navçeyan li stûyê xwe bigrin.

Heman demî de Şiwan Zirarî Cîgirê Serokê Lîjneya Çandin û Avdêriyê li Parlemena Kurdistanê dûpat kir ku ew kare bi awayeke plankirî û bi enqest hatiye kirin û armanca wan derxistina malbatên Kurde ji deverê û dibêje: Di demeke nêzîk de Wezareta Pêşmerge û Berevaniya Iraqê dicivin, bi wê hêviyê ne wê babetê çareser bikin.

Wezareta Çandin û Çavkaniyên Avê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê li daxuyaniya xwe ya dawî de balkişandiye li ser şewitandina dexl û danên cotkarên Kurd li Mexmur heta Xaneqîn proseyeke plankiriye û ‌salane çendîn car dûbare dibê. her wiha ragihandiye erkê Hikumeta Iraqê û îdareya parêzgeha Kerkûkê ye ser û malê cotkaran li wan navçeyan biparêze û divê qerebûya ziyanên wan jî bêkirin.

Nerîna min :