Polîtîk

Rapirsiyek di derbarê têgihiştina Kurdan ji zaravayên cûda

Zanîngeha Roehampton London ya Brîtanî, bi hevkariya doktorê zimanevan Barzan Şêx Cefer, rapirsiyek birêvedibe, bi mebesta bihêzkirina lêkolîneke zanistî ya li ser radeya hevdû têgihiştina zarava û şêweyên zaravayên zimanê Kurdî encam dide.

Li lêkolînê de kar li ser ewe jî tê kirin ku axaftinên zar û zaravayên zimanê Kurdî dema bi zimanê xwe li hevdû guftûgoyê dikin heta çi radeyek li hevdû têdigihin.

Dr Barzan Şêx Ce’fer ragihandiye ku mebesta wan ji vê lêkolînê ewe bigihin encamek ku bizanin sedsala bîst û yekê de, heta çi radeyê zar û şêwezarên zimanê Kurdî li hevdû nêzîkbûne û bandora medya û teknelojiya net û pêşketinên cîhanî li ser zimanê axaftin û têgihiştina Kurdî li Diyarbekir, Mehabad, Hewlêr û Qamişlo çawa diyar dibe. Gelo hêvî heye li paşerojeke nêzîk da zimaneke têgihiştinê ya giştî me hebê, ku serkêşiyê ji bo zimanê standardê Kurdî bike?

Her wiha balkişandine li ser wê yekê ku qonaxa yekem, encamdana rapirsiyê ye ku welatî dikarin ji hemû cîhekê beşdar bibin. Rapirsî bi 6 şêwezarên cûda yên Kurdî berdeste. Tevahiya lêkolînê jî dû salan berdewam dibe.

Her wiha da zanîn ku armanca lêkolînê eweye, gelo rewşa siyasî û civakî heta çi radeyê yarmetîderin bo ku dema axaftvanên zaravayên Kurdî bi zimanê xwe li gel hevdû guftûgo dikin, gelo dikarin hevdû têbigihin?

Ji bo beşdarîkirina rapirsiyê, ji kerema xwe li ser vê lînkê bitikîne: Rapirsî

Back to top button