Nivîsar

Kurdistan dibê Îtalya?

Dema Korona li Îtalya derket, heval û dostên me yên Îtalî tirsiya bûn û daxwaza rêkarên tûnd dikirin. Profesor Karlo Roka hevaleke minê nêzîk yê 65 saliye û mamostayê Kolêja Pizîşkî ya Zanîngeha Sapyantsaye li Roma ye. Wê demê ji min re got: “Xelk henekên xwe bi Korona dikin, kes xwe naparêzê, ez û xanima xwe pêgirê hemû rêkaranîn lê belê em piştrastîn bê agahiya xelkê wê Îtalya ber bi karesatê ve bibe”. Roka li rêya peywendiyên taybet hewleke zêde li gel Hikumetê dide ku bêne ser hêl û rêkarên bi lez û tûnd li ber bigrin.

Rewşa niha ya Kurdistanê ya di derbarê Koronayê gelek dişibe rewşa wê demê ya Îtalya. Wê demê Korona li Îtalya bi siyasetê ve têkilhev kiribûn. Eve gumaneke zêde ji bo xelkê dirustkiribû û ew li ser bereyan dabeşbûbûn. Bereyek ew kes bûn ku baweriya wan bi Korona nebû û bereyeke din jî ku kemînebûn ew bûn ku hawarê dikirin û wekî hevalê minê ser spî daxwaza rêkarên dijî Koronayê dikirin. Niha li vir jî bi rêkûpêkî wiha ye, Korona têvlî siyasetê bûye û beşeke zêdeyê xelkê baweriya wan pê nemaye.

Wê demê li Îtalya partî mijulî gengeşeyên xwe yên teng bûn, kêşeyên kevin û nû yên di navbera wan dû aliyên serekiyên siyasetê li Îtalya dihatin germ kirin û kolana Îtalî bi wan ve mijul bûn, li vir jî niha wiha ye.

Xelkê Îtalya wê demê bawerî bi Koronayê nebû û henekên xwe pê dikirin, rûpêçên Koronayê dirust dikirin û hevdû bi henekan pê rûpêçan ditirsandin. Li postên hevalên minên Îtalî min didît çawa dilgiraniyên xwe bi kêm dîtina Koronayê derdibrîn. Ji ber ku digotin Snapçat, Instagram û Facebookên Îtalî Korona bûye amraza henekê û xerap li ser me de rû dide. Niha li vir jî wiha ye.

Korona bi lez li Îtalya belavdibû û hîç rêkareke rêgirî û xweparêziyê nebû. Ji ber ku hê jî hawara destehevalê minê pizîşkî yê Îtalya baweriyê li cem Hikumetê dirust nekiribû ku Korona metirsiyeke mezine û divê lezê bikin. Niha li vir jî wiha ye, Korona bi lez belavdibê û rêkarên tendirûstiyê jî nemane.

Xelk li Îtalya wê demê pêgiriyê li rêkarên tendirustiyê nedikirin, ji ber ku li bingehê da baweriya wan bi kujindeyî ya Korona nebû. Herdem digotin Korona pejikeke û derbas dibe. Niha li vir jî wiha ye, xelk neku her pabend nabê, belku bawerî bi hebûna Korona her nemaye.

Îtalya pir bû li tengasiyên siyasî û hizra wan li ser Korona nebû. Niha li vir jî wiha ye, bala xelkê li ser kêşeyên di navbera PDK û YNK ye, demeke Zîna Wertê û demek jî jê wergirtina parêzbendiya Parlementerek, behsa mûçe û qerzarbûna Hikûmet û behs û xwestên din bi tevahî bala xelkê biriye û kêm kes behsa Korona dikin.

Paşê li Îtalya Korona bûye keresteya kêbirkêyeke neşerîfaneya di navbera rikeber û desthilat. Desthilat hate ser wê raya ku divê rêkarên tund li ber bigre û amadekariyê ji bo wê dikir. Lê belê rikeberan digotin eve xwe veşartine ji mafê xelkê û ser bi şikestên xwe dipêçin, desthilat jî çend mijulî amadekariyên dijî Korona bû hinek jî mijulî bersîvdana rikeber û neyarên wê bû. Li wê navberê de ewê baweriya wî hebû Korona bû û bi lez belav dibû. Niha li vir jî rast rast wiha ye.

Li Îtalya ku desthilat û rikeber li hev hatin Korona kuçe û kolanên welat belav bûbû. Ewê pêket û jiyana xwe ji dest da ne desthilat bû ne rikeber belku xelkê sade bû. Li dawiyê de ewê dimir bi Korona û li nexweşxaneyê cîh nedibû û siyasiyên bazirgan nebûn. Belku ew xelkê sade bû ku çepikan ji bo wan lêdidan. Ew li ber çepikan bi Koronayê mirin û siyasî jî niha dest bi kêbirkêyên herdem kirin.

Tenê cûdahiyeke eşkere li navbera Îtalya û Kurdistan ya di derbarê Korona eweye ew bi dereng jî bê, lê belê bi lez karên xwe kirin, li vir bi zûyî hişyarbûn û bi lez jî hemû tiştek bi dawî bû.

Ewê îro bi Koronayê mir temenê wî 37 sale û hîç nexweşiyeke din jî nebû. Eve zengêke metirsîdare û wiha biçe meheke din nexweşxane têra lehiya pêketiyên Koronayê nake. Eger zû û lezê nekîn Kurdistan dibê Îtalya.

Aras Biradostî

Back to top button