Nivîsar

16ê Cotmeha xencerek bû li pişta Kurdistanê xistin

Serokê YNKê yê niha Bafil Talabanî serkêşiya gruba xiyanet kirî dikir. Ji aliyê herkesî ve Bafil Talabanî gelek dihat tawanbar kirin û wek serokê koma xiyanetkar dihat nasandin. Talabanî piştî demekî derket ser kanalekî televizyonu û behsa xiyaneta 16ê Cotmehê kir. Talabanî got: “ Herkes min tawanbar dike. Lê ev yek ne min tene bi sere xwe kiriye. Me wek YNK, Tevgera Goran û PKK peymana li gel Heşda Şeibî îmze kiriye. Peymana li gel Iraqê hatî kirin, ji YNKê 38, ji PKKê 8 û ji Tevgera Goran jî 4 berpirsa îmze kiriye. Ji her partiyê 3 kes nûnertî kir û em li ser maseyekî rûniştin. Lê herkes min tene tawanbar dike.

Dema Talabanî şirîkên xwe yên xiyaneta 16ê Cotmehê eşkere dike

Roja 25.09.217ê proseya referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê birêve çû. Hest û coş û kelecana serxwebûnxwazan û Kurdistaniyan geheşt lûtkeya herî bilind.

Hikûmeta Iraqê berdewam gefxwarina bikaranîna hêz li dijî Kurdistanê dikir, ji bo wê jî lewaziya grubekî xiyanetkar a nav YNKê de di serokatiya Lahor Cengî û Aras Cengî yê birayê wî û derz xistin nav hêz û çeperên Pêşmerge.

Du roj berî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê di beşek çeperên li sînorê Kerkûkê amajeyên xiyanetê aşkerabûn û vekêşîna Pêşmerge ya bi fermana binve binve a gruba xiyanetê û bi rêkeftina veşartî ya li gel berpirsên Iraq û heşdî şeibî hatin dîtin.

Roja 16ê cotmeha 2017ê êrîşa artêşa Iraqê û milîsên çekdar ên bi piştevaniya topxaneya welatekî cîran destpê kir û Pêşmerge bersivekî bihêz da. Lê xiyaneta grubeke nav YNKê û vekêşîna berdewam derz xiste nav xetên berevaniyê.

Roja 16ê cotmetê hêzên Iraqê bi rêkeftina li gel gruba xiyanetkar a nav YNKê ve, êrîşî Kerkûk û Xurmatû kirin û bi sedan hemwelatiyên kurd şehîd û birîndar kirin û nêzîkî 200 hezar kes jî li wan navçeyan koçber bûn.

Berpirs û serkêşê taxima xiyanetkar a YNKê Lahor Cengî ji bo destkeft û berjewendiyên xwe yê taybet û kesî bû sedem ew malwêraniya kurd û ji destdana sedî 51ê axa Başûrê Kurdistanê.

Hêzên Iraqê xwestin dest bi ser Hewlêr û Duhokê de jî bigrin û ezmûn û pêkhateya herêma Kurdistanê jinav bibin, îradeya polayî û bihêz a neşkestî ya Pêşmerge li eniyên Pirdê, Sihêla, Mehmûdiye û Telisqofê şerekî bê wêne li hember wan kir û dersekî giring dane dagirker ku careke din cesaret nekin hewldaneke wisa bikin.

Hemwext li gel êrîşa dagirker beşek ji cehşên çapemeniya kurdî li pişt dijmin mildan milê wan û pirçekî û bihêzbûna dijmin re propaganda dikirin û nûçeyên wan veduguhestin. Xelkê Kurdistanê bêhêvî kirin û bi êrîşa dagirkeran a li ser Hewlêr a paytext jî keyfxweş dibûn.

Aras Cengî yê birayê Lahor Cengî bi henek kirin ve peyva heyatim ji bo koçberên Kerkûkê bikartanî û digot, ‘’Heyatim vegerin dolmeyan bo me çêbikin û em hinekî domînê bikin.’’ Lê ji aliyê din ve bi dehan lav û ciwanên Kerkûkê bi destê milîsan hatibûn şehîd kirin û heta naha jî rêyên wî bajarî ji xwîna wan ciwanan sor bûye.

Cîgirê yekem ê sekreterê YNKê yê wê demê Kosret Resûl di beyanameyekî de ew xiyanetkar wek ‘’Kalfam ango Nefam’’ pênase dikir û got: ‘’Webala karesata Kerkûk û Xurmatû di stûyê wan nefamên nav YNKê de ye.’’

Roja 18.10.2017ê berpirsê desteya koordînatoriya polîtburoya YNKê Mela Bextiyar di beyanameyekî de ragehand: ‘’Firsetçî û tolaz û beredayiyên bê aqilên nav YNKê û facebookçiyên ku mijûlî têkdanê zîhniyeta xelkê ji wan bûyeran berpirsin.’’

Parêzgerê Kerkûkê û endamê polîtburoya YNKê yê wê demê Necmedîn Kerîm jî çend caran teqez kir ku taxima xiyanetkar a nav YNKê xiyanet li di xwîna wan de ye û xwefiroşî kirine pîşe.

Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Heyder Ebadî û rêveberê Iraqî û serokwezîrê berê Nûrî Malikî jî gelek caran spasiya xiyanetkarên nav YNKê de kirin ku bi asanî Kerkûk û beşek piraniya navçeyên Kurdistanê radest kirine.

Nêrîn / Şirove

Back to top button