Polîtîk

Serokê HUDAPARê: Pirsa Kurd pirsa nasnameyê ye û li benda çareseriyê ye

 Serokê Giştî yê Partiya Doza Azadiyê (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu got, “Pirsgirêka Kurd heye û li benda çareseriyê ye. Lê eger pêvajoyek mîna salên 2012, 2013’an bê meşandin, dê dîsa têk biçe. Ev meseleya naskirina nasname, maf û hiqûqê ye. Ev ne pirsgirêka paşvemayîna herêmekê  ango pêşneketina jî bajarên ku Kurd lê dijîn e.”

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê konferansa Hevdîtina Zanayên Olî birêve diçe.

Ji bo bernameyê ji welatên cûda cûda weke Tirkiye, Efxanistan, Sûriye, Libya, Lubnan, Rojavayê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdfistanê 22 kesayetên olî wek axaftvan amedebûn û her waha bi giştî zêdetirî 500 kesayetên olî beşdarî konferansê bûn.

Yek ji beşdarê 7emîn Hevdîtina Alimên Ola Îslamê li Amedê Serokê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu bû û ji Rûdawê re axivî û got ku di van civînan de pirsgirêkên Umeta Îslamê û di nava wan de pirsgirêka Kurdan di hemû aliyan de hatin gotûbêjkirin.

Zekeriya Yapicioglu her wiha got ku çareserkirina van pirsgirêkan jî hatin gotûbêjkirin û derbarê beşdarbûna xwe de got ku ew jî dê gotarekê pêşkêş bike û dê pêşniyarên xwe ji bo çareseriya van pirsgirkan vebêje.

Yapicioglu got: “Ji 4 parçeyên Kurdistanê û ji alema Îslamê gelek alim û zana kom bûn. Di nav aliman de pirsgirêkên ummeta Îslamê û di nav de pirsa Kurd jî tê de gelek mijar tên gotûbêjkirin. Pirsgirêk hem tên teşhîskirin û hem jî di warê çareseriyê de em dikarin çi bikin têne nirxandin. Ev civîn cara 7emîn tê lidarxistin. Ez nizanim ji xeynî me partiyên din ên siyasî hatine vexwendin an na, divê ev pirs ji aliyê ku civîn rêkxistiye were kirin. Lê em vexwandin, bername li gorî me bû û em jî beşdar bûn.”

“Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka paşvemayîna bajarên ku Kurd lê dijîn e”

Yapicioglu li ser pirsa Peyamêrê Rûdawê yê Amedê Abdulselam Akincî ya “Gelo dê pêvajoya çareseriyê careke din dest pê bike yan na?” wiha got: “Mixabin pêvajoya çareseriyê ji ber ku bingehê wê ne saxlem û ne samîmî bû têk çû. Em dikarin bi dirêjî behsa sedeman bikin. Piştî ku partiya desthilatdar bi MHPê re tifaq çêkir, gotinên Serokkomar Erdogan guherîn. Got ku ‘pirsa Kurd tune ye’. Me jî got, ‘heta pêvajoya di sala 2015an de bi dawî bû we çi gav avêt, we çi pirsgirêk çareser kir ku ti pirsgirêk neman. Em bixwe dibêjin pirsgirêka Kurd heye û li benda çareseriyê ye. Lê ger pêvajoyek mîna salên 2012, 2013an bê kirin, dê dîsa têk biçe. Ev meseleya naskirina, maf û hiqûqê ye. Ev ne pirsgirêka pêşketina herêmê ye û ne jî paşvemayîna bajarên ku Kurd lê dijîn e.”

‘Pirsgirêka Kurd pirsgirêka nasnameyê ye’

Diberdewamiya axavtina xwe de Serokê Giştî yê HUDA-PARê teqez kir ku  pirsgirêka Kurd pirsgirêka nasnameyê ye û got: “Ev pirsgirêk ne ji ber mijarên aborî ne. Pirsgirêka nasnameyê heye, pirsgirêka naskirina çand û hunerê ye. Heta ev pirsgirêk neyê qebûlkirin, pêvajoya çareseriyê dest pê bike jî dê ti encam jê dernekeve.

Divê destûr bê guhertin, hin mijar jî dikarin bi guherîna hinek rêziknameya destûrê jî dikarin bên çareserkirin. Hin gavên îdarî dikarin bên avêtin. Çend aliyê vê pirsê hene weke  aliyên siyasî, aborî û çandê. Eger hûn aliyekî çareser bikin û aliyên din bihêlin, ev yek pêk nayê. Bêguman divê ev pirsgirêk bi hev re bê çareserkirin. Niha her çend zehmet be jî divê ev pirs teqez were çareserkirin.”

Back to top button