Di civîneke çapemeniyê de Federasyona Saziyên Civaka Sivîl derbarê aloziya ku di navbera partiyên siyasî yên Kurdistanê de derketiye beyannameyek belav kir. Beyanname ji sê xalan pêk tê:
1- Em daxwazê li Serokê Herêma Kurdistanê dikin lijneyekê pêk bîne da sedemên belavkirina beyannameya Tevgera Goran diyar bike.
2- Di zûtirîn dem de şerê ragehandinê yê di navbera Tevgera Goran, YNK û PDKê de bi dawî bibe.
3- Hemû alî bi hev re bicivin û bi gotûbêj û diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.
Federasyona Saziyên Civaka Sivîl ji 125 sazî pêk hatiye. Ev beyannameya han jî bi mebesta arambûna aloziya navbera Tevgera Goran, PDK û YNKê belav kir, ku 29ê meha borî Goran beyannameyeke 7 xalî belav kiribû û daxwaza çaksazî û hilweşandina Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû.
Nûçe:Rudaw