Washington Post: Misra piştî Husnî Mûbarak

Li gor rojnameya emerîkî, The Washington Post, niha sê rêyên desthilatdariyê li pêşiya Misrê, piştî ku Hûsnî Mûbarak dev ji desthilatdariyê berda, dimîne.
Ew jî rêyên wek ya Îran, Endonezya, yan jî ya Romanyayê.

1-Rêya yekem ya Îranê:
Ser re-ser re rewşa Misrê dimîne demê Şahê Îranê û sala 1979an.
Misir û Husnî Mûbarak hevalbendên Emerîkayê ne.
Û têkiliyên wan digel Israîl jî baş in.
Şahê Îranê Reza Pehlewî jî wê demê dostê Emerîkayê bû.
Û têkiliyên wî jî digel Israîlê xweş bûn.
Lê belê serokek yê dînî, xuya, navneteweyî, herweha ku ew piştevaniya piraniya millet wergire li Misrê niha nîne.
Yê îranê Ayatollah Xomeynî hebû.

Rojnameya The Washington Post dinivîse ku li gor hindek pisporên siyasetê, li Misrê ”Rêxisitina Birayên Misilmanan” dikarin ji valebûna ku li desthilatdariya Misrê de derkeve feyde bikin û dest danin ser hikûm.
Ger ew dest danin ser hikûm, wê demê dê ”ne mimkin be” ku milet bikare desthilatdariyê ji dest Rêxistina Birayên Misilmanan derêxe!
Weku niha li Îranê!
Lê li gor antroplog, Scott Atran, ev ihtimal gelek kêm e.
Scott Atran dibêje: ”Ji ber ku li welatek weke Misrê ku nifûsa wê 80 milyon kes in, piştgirên vê Rêxistinê Birayên Misilmanan, xwe digihîne enceq 100 hezar kesan!”

2-Rêya bi aştiyane ya Endonezyayê:
Li gor vê rêyê, gelek rêyên mişterek, wek hev, li Misrê wek ya Endonezyayê hene.
Ew jî: Sala 1998an li Endonezyayê Suharto dîktatorê welatê herî mezin yê misilman di dinê de bû.
Gava desthilatdariya Suharto hilweşiya, rewşek têkilhev, alozî li Endonezyayê peyda bû.
Lê bi pêvajoyê re ew ber bi demokrasiyek hevgirtî (stabil) ve çû.
Ew jî dostê Emerîkayê bû.
Û Endonezya dostê Emerîkayê ma.

Li gor Thomas Carothers, Enstîtûya Aştiyê Carnegie-ê, ev rê ji ya Îranê rêyek bêhtir pêbawertir e.

Wehkheviyên rewşa li Misrê û Endonezyayê ev in ku li Misrê sekularîzmek-cudakirina dîn û siyasetê ji hevûdu- xurt li Misrê jî heye.
Destgahên artêşa eskeriyê jî bi awayekî xurt piştevanê sekularîzmê dikin.
Û artêş red dikin ku ew dest bidin xwpêşanedanan.
Û herweha, şoreşek ji aliyê xortan ve jî li Misrê heye.

Tom Malinowsk, yê Rêxistina Mafê Mirovan, Human Rights Watch, jî bi vê rêyê pêbawer e.
Tom dibêje ku artêş dikare li vir (Misrê) ji bo pêkanîna rewşek aştî û aramiyê rolek mezin bilehîze.

3-Rêya sêyem, ya Romanyayê:
Vê rêyê dîsa xwe gihande demokrasiyê.
Lê pêvajoya wê gelek bi xwîn derbas bû.
Li gor rojnameya The Washington Post-ê ku nivîsa xwe dispêrê analîzên pisporên siyasetê, hejmara hêzên ewlekarî û artêşa Misrê xwe digihîne milyonek insanan.
Ev hêza he dikare hewil bide ku ew zorê li mixalefetê bike da ku ew hindek roforman, guhertinên ser re- ser e qebûlk bike.
Lê di bingeha xwe de ew ti guhertinên berbiçav neke.
Di çavê millet de were xuyakirin ku guhertin çêbû, lê di heqîqeta xwe de ti giuhertin çênebûne.

Dîsa kontrola dewletê li ser ragihandinê, çapemeniyê hebe.
Her li gor vê anlîzê, ya ku Romanya xilas kir, ew bû ya ku ew bû endamê Nato û Ewropayê.
Lê Misir ne wisa ye.

Jêder:
The Washington Post
Dagens Nyheter
Weger:  Dr.Cuwan Heqi/Mediakurd

Nerîna min :