Serok digel sefîr û fermandarê hêzên Amerîkayê civiya

   
     
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li James Jeffrey balyozê Wîlayetê Yekgirtiyên Amerîka û general Ostin fermandeyê hêzên wî welatî li Iraqê û şandeya li gel kir.

Di hevdîtinê de, balyozê Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka silavên her yek serok Obama û Joseph Biden Cîgirê wî û her du wezîrê derve û bergiriyê gihande serok Barzanî û her du jî encama kombûnên xwe yên li gel serkirdayetiyên welatê xwe û her wiha li gel Kongresa Amerîka xiste rû û tekez jî li ser girîngîdana serkirdayetiya welatê xwe bi parastina ewlewiya herêma Kurdistanê û Iraqê kirin.

Paşan komek babetên pêwendîdar bi rewşa siyasî û ewlewiya Iraqê hatin guftûgokirin û yek ji wan jî meseleya vekişana hêzên Amerîkayê ji Iraqê bû. Herwesa mekanîzma danîna serokê encumena bilinda siyaseta stratejîk û paşxistina danîna wezîrên ewlewhiyê û ew gîr û giriftên ku li beramberî wan hene û çawayiya çareserkirina wan hate nirxandin. Di vî warî de her du alî tekez li ser pêwîstiya yekalîkirina wan meseleyên giringên berî girêdana kongreya serekên welatên erebî li Bexdayê, kirin.

Di dawiya hevdîtinê de guhertinên vê dawiyê ya navçeyê nirxandin û serok Barzanî jî nêrîna xwe ya sebaret bi wan guhertinan xiste rû û daxwaz jî kir ku silavên wî bigihîne serok Obama, Joseph Biden cîgirê wî, wezîrê derve û yê bergiriyê yên Wîlayetê Yekgirtiyên Amerîka û ji bo dawîanîn û temamkirina pêkhata hikûmeta Federal û bi cîhkirina rêkkeftina aliyên siyasiyên Iraqê soz jî da ku hemû hewlên xwe bixe holê.

Nerîna min :