DosyaRojev

12 Îlonê sala 1980 an de çi bû?

Li ser 12 îlona 1980î gelek tiş têne nivîsandin , nirxandinên cur bi cur têne kirin. Bê guman herkes ji aliyê xwe ve bûyera 12 Îlona 1980ê şirove dike.

Nivîskar û siyasetmedar Cano Amedî jî li gora xwe nirxandinek ya 12 Îlonê kiriye û panaromaya 12 Îlonê derxistiye.

Cano Amedî dibêje:

Bandora 12 îlonê bi hemû giranîya xwe didome. Di jiyana her mirovekî de, di jiyana her malbatekî de “çîroka” 12 Îlonê cûda cûda ye. Hinek jê bi Bedel û kedên mezin rastî neheqî û zilmê bûn, Hinek jê ji li ber bayê wê bûn desthilatdar. Ev kesên xwefiroş do çewa weke kewên ribat dikirin qêrîn îro jî li ser sergoyan diçêrin. Armanca 12 îlonê ya yekemîn ew bû doza netewî bi fetisînin,pêşî Lê bigirin. Di zîndana 5 nolu de ji sedî zêdetir welatparêzên Kurd Hatin kuştin. Hemû ji bo serxwebûna Kurdîstanê şehîd bûn. Ew kesên dibêjin em li dijî serxwebûna Kurdîstanê me bila carek din vegerin wan rojan û dest bidin ser ûjdana xwe. Îro derîyê li başûr vebibe we re li ber derîyekî nû ji bo perçên din jî veke. Ev doz ne doza partî û kesayetaye, ev doz doza serxwebûna Kurdîstanê ye. Carek din 12 îlonë şermezar dikim û rêz li keda şehîdan digirim û bibîrtînim.

12 Îlonê sala 1980 an de çi bû?

Ez dixwazim bi kurtayi kronolojîya 12 Îlonê pêşkêş bikim…

De werin em bi hevre lê binêrin ka çi bû? Ka em baş binêrin daqû wan rojan de çi çêbûye? Çend kes ji me rûreşîya 12 îlonê dizane?

Bi kurtayî 12 Îlonê de:

650 hezaran zêdetir kes hat binçawkirin.

Nêzikî 2 milyonan hatin fîşkirin

Di 210 hezar dozan de 230 hezar zêdetir mirov hat dadgehkirin

7 hezar zêdetir kesan re cezayê idamê hat xwestin

517 kesan re cezayê idamê hat dayîn (yek ji wan jî ez im)

50 kes zêdetir hatin idamkirin

98 hezar 404 kes ji bo endametîya rêxistînî hat dadgeh kirin

14 hezar kes ji hemwelatîyê hat awêtin

30 hezar kes bûn peneber û çûn welatên devre

300 kes bi awayekî ne dîyare hat kuştin

171 yek kes bi îşkencan hatin kuştin

Di gîrtîgehan de 299 kes hat kuştin

14 kes di rojiya birçîbûnê de mir

16 kes ji bo ku “reviyan” e kuştin

95 kes di “pevçûnan ” de hat kuştin

Bi 10 hezaran zêdetir kes ji kar hat avêtin

Bi 1000 an kes bi fermana fermandarên leskerî hatin surgun kirin

Bi hezaran kes di bin navê “nesekinî” hatin kuştin

Bi sedan dîlên siyasî di girtîgehan de hat kuştin

Bi hezaran kes heş û mêzîyên xwe wundakir û seqet bûn

Bi sed hezaran malbat li ber derê zîndanan û cihê binçav de psîkolojîya wan xerab bû.

Bi hêvî û daxwaza serxwebûna Kurdîstanê em li berbanga azadî û serxwebûnê.. Dijmîn çıqas dıjwarbe bila dijwarbe, lê em li ser rîya heqîyêne emê her dem bi ser bikevin bila Kolonyalistên dev bixwîn baş bizanibin. Em 35 sal şûnda dîsa li ser rê û rêbaza xwe ne, em bi doza welatê xwe re xizmetkarê gelê xwe ne… Bila dijmîne me baş bizanibe, gelê Kurd tu carî li ber wan serê xwe natewîne!!!!

Back to top button