Kanala ITV ya Brîtanî dramayek li ser jiyan û çîroka keçeka Kurd ya temen 20 salî ku li xelkê Silêmaniyê ye, berhem tîne. Keça Kurd li ser namûs û şerefê li Londona paytexta wî welatî hatiye kûştin û termê wê avêtine bexçeyeke bajar û çendîn lîstikvanên navdarê Brîtanya jî rolê li wê dramayê de dibînin.

Malpera Daily Mail ya Brîtanî belav kiriye ku drama behsa çîroka kûştina Benaz Mihemed keça Kurd ya temen 20 salî dike ku Londonê ji aliyê mirovên wê ve ji ber peywendiyên evînî ya li gel kureke din hatiye kûştin û termê wê avêtine bexçeya Birmingham.

Mijara serekiya dramayê ji jiyana serok û serpereştiyarê lêkolînê li tawana ku jina efsereke polîsa Londonê bûye bi navê Caroline Goode ku kariye gelek tawanbaran peyda bike û radestî dadgehê bike. Rola wê lêkolerê jî li fîlmê de roleke serekî û bihêze ji aliyê aktera navdara Brîtanî Keeley Hawes dileyze.

https://vimeo.com/456488695

https://mol.im/a/8717929#v-9089979135683872405

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: