Civak
100 terorîstên DAÎŞ beşdarî êrîşa Kerkûkê bibûn
Encûmena Asayişa Kurdistanê daxuyaniyek di derbarê rewşa Kerkûkê de belav kir, di daxuyaniyê de hatiye: “Li gorî encamên seretayî, plandarê êrîşa terorîstan keseke bi navê Mazin Nezhan Ehmed Ebdullah Elubeydî Elreyaşî ye û tê nasîn bi navê Ebû Îslam Ensarî, ji aliyê welatiyên Kerkûkê ve hatibû birîndarkirin û radestî aliyên ewlekariyê hatiye kirin.”Deqê daxuyaniyê:Piştî ku roja 21 Cotmehê, çekdarên DAIŞê li çend taxên Kerkûkê êrîş birin ser xelkê sivîl û hêzên ewlekariyê, hêzên Asayiş, Polîs û Pêşmerge bi piştevaniya welatiyê Kerkûkê karîbûn bi azayî rewşê kontirol bikin û nehêlin armancên DAIŞê pêkbên, DAIŞê bi vê kiryara xwe ya terorîstî xwestiye fişara li Mûsilê sivik bike. Hêxên Pêşmerge, Asayiş, Polîs û Xwebexşên bajarê Kerkûkê karîbûn bêhtirê terorîstên DAIŞê li nav bajêr û dervî bajêr têkbişkînin, herwiha di operasyonê de asayişên Kerkûk û Hewlêrê karîbûn çend terorîstên DAIŞê bidîl destgîrbikin ku beşdarî kiryara terorîstî li Kerkûkê bibûn, navên wan jî ev in:1-Ekrem Taha Îdan Ehmed Dilêmî, tê nasîn bi navê Ebû Mistefa, Emîrê Emnî yê Kerkûkê yê DAIŞê ye û beşdarî êrîşê kiribû.2-Ebdulrehman Fazil Ebdulrehman Elizizî, tê nasîn bi navê Ebû Mihemed berpirsê îdarî û darayî yê DAIŞê li Kerkûkê bû û beşdarî êrîşê jî kiribû.3-Ebdulezîz Mehmûd Dilêmî tê nasîn bi Ezawî beşdarî êrîşê kiribû û karê çavdêriya pêşwext jib o terorîstan kiribû.4-Ebdulrehîm Ehmed Ebdullah Yasîn tê nasîn bi navê Ebû Elî alîkariya îdarî bi terorîstan re kiribû berî werin nav bajêr û pişt re jî beşdarî şer bibû.5-Leys Felah Nima Cibûrî tê nasîn bi navê Ebû Xesan, beşdarî şer bibiû û endamê ketîbeya Inxîmasî ye.6-Ebdulrehman Fazil Ebas Mihemed Ubeydî tê nasîn bi navê Ebû Yihya xwekujên DAIŞê veguêztibû bo Dibis.7-Elî Hisên Hemed Ibrahîm Cibûrî tê nasîn bi Ebû Mihemed xwekujên DAIŞê veguhêztibûn.8-Muhened Ibrahîm Elî Dilêmî tê nasîn bi Ebû Leys beşdarî şer bibiû û terrorist bi Kamyonê gihştibûn Kerkûkê. Niha lêkolîn ligel wan berdewame, lêbelê li gorî encamên seretayî, plandarê êrîşa terorîstan keseke bi navê Mazin Nezhan Ehmed Ebdullah Elubeydî Elreyaşî ye û tê nasîn bi navê Ebû Îslam Ensarî, navborî jî ji aliyê welatiyên Kerkûkê ve hatibû birîndarkiein û radestî aliyên ewlekariyê hatiye kirin. Terorîstên DAIŞê ji nav bajarokê Daqûqê û Beşîr û bi alîkariya çekdarên DAIŞê li Hewîca hatine nêzîkî kompaniya Tariq li başûrê Kerkûkê, piştre wan çekdaran ku hejmara wan derdora 100 terorîstîbû bi rêya kamyonan xwe gihandine Kerkûkê û bi ser wan cihên ku xwestine operasyona xwe lê pêkbînin hatine dabeşkirin. Lêkolîn ligel van terorîstan berdewame û di demek nêzîk de wê encamên lêkolînan jibo raya giştî û xelkên Kerkûkê yên xweragir werin belavkirin.Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê23.10.2016