Dosya

Hûrgiliyên operasyona Başîka

Fermandariya giştiya hêzên pêşmergeyê Kurdistanê di daxuyanmiyekê de hûrgiliyên operasyna îro ya hêzên pêşmerge eşkere dike.Ev li jêr teksta wê daxuyaniyê:Roja yekşemê (23.10.2016) demjimêr 12:00 hêzên pêşmergeyê Kurdistanê karîn armancên xwe yên sereke di operasyoneke berfireh de li nêzîkî Başîka li bakurê rojhilata Mûsilê bidesbînin ku, dûrpêkirina 8 gundan bi rûberê nêzîkî 100 kîlometroyên çargoşe bû.Ev serkeftina lezgîn û mezin li pêş deme jê rer hatiye diyar kirin de bidawî hat, niha hêzên pêşmerge kêmtir ji 9 kîlometroyan ji derdûra Mûsilê bi cî bûne û îro nêzîkî demjimêr 12:00 pêşmerge li her du baskên rojhilat û rojavayê Başîka li başûrê Başîka gihiştin hev.Di vê operasyonê de gundên; Bîrhelan, Faziliye, Omer Qapçî, Kanûnî, Behzan, Xirap Delîl, Tîzxirapiya biçûk û Tîzxirapiya mezin hatine dûrpêçkirin. Bi armanca kêmkirina tevgera terorîstên DAÎŞ û rêgirtin ji gihiştina alîkriyan bo çekdarên terrorist, pêşmerge rûberek befireh ji rêya sereke ya navbera Başîka û Mûsilê kontirol kir.Di operasyonê de bi kêmanî 8 otomobîlên bombebarkirî û du matorsîkel yên bombekirî yên terorîstên DAÎŞê hatin têkşikandin; sê ji wan otomobîlan ji aliyê firokeyên şerî yên hevpeymanan ve hatin têkbirin. Bi dehan terorîstên DAÎŞ hatine kuştin ku di nav wan kuştiyan de berpirsên mezin hebûn weke; Ebo Faroq (emîrê DAÎŞ li Başîka), Eb Nesîr, Ebo Keral, Ebo Hesen û Ebo Ebdulrehman.Wêne li Twitter bi adresa GCPFKurdistan@ tên dîtin bi bikaranîna hashtag FreeMosul#Ji bo zanîna zêdetir zaniyariyan têkeliyê bi email: [email protected] bikin

Back to top button