CîhanDosyaPolîtîk

Carter: Pêşmerge serbilindiya hemî cîhanêye

Wezîrê berevaniya Amerîkayê di civîna li gel serokê Herêma Kurdistanê de ragehand, ku Amerîka bi dostaniya gelê kurd û Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê serbilind e. Li gor daxuyaniya serokatiya Herêma Kurdistanê, ku wêneyekî ji Basnewsê re hatiye rêkirin de, îro 23.10.2016ê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi amadebûna şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê Pêşmerge yê vekalet Kerîm Sincarî re li gel wezîrê berevaniya Amerîkayê Ashton Carter û balyozê Amerîkayê yê Iraqê Doglas Soloman û konsolê giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Ken Gross civiya. Ashton Carter pîrozbayî li serkeftinên Pêşmerge li Mesûd Barzanî kir û serxwaşiya xwe ji binemalên şehîdên Pêşmerge re kir, heman demê de pêzanînên welatê xwe bo hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de nîşan da. Wezîrê berevaniya Amerîkayê teqezî li piştevanî û alîkariya welatê xwe ya ji bo herêma Kurdistanê û Pêşmerge kir û ragehand; Pêşmerge serbilindiye bo hemû cîhanê û Amerîka bi dostaniya herêma Kurdistanê û Pêşmerge serbilind e. Ashton Carter behsa rola Barzanî ya di operasyona rizgarkirina Mûsilê de kir û ragehand; Barzanî di pêvajoya rêvebirina Mûsilê de jî, dema bi dawî anîna dagirkeriya rêxistina terorîst a DAIŞê de jî wê rolekî giring bigre ser xwe. Herwaha di ragehandina serokatiya Herêma Kurdistanê de tê gotin, serokê herêma Kurdistanê û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên kurd Mesûd Barzanî behsa nirxê siyasî û leşkerî yê rizgarkirina Mûsilê kiriye û diyar kiriye ne tenê bo herêma Kurdistanê û Iraqê, rizgarkirina Mûsilê bo hemû welatên herêmê û hemû cîhanê jî pir giringe. Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi vê jî kiriye ku hebûna rêkeftinekî siyasî bo rêveberina Mûsilê, piştî DAIŞê jî misogeriye bo rê li pêşiya serîrakirina pirsgirêkan û dibe piştrastî jî bo parastina pêkhateyên olî û neteweyên parêzgeha Nînowayê.Herman Xalîd/Bas 

Back to top button