CîhanCivakDosya

Pêşmerge serkeftinek mezin destve anî

Operasyona Musilê bi serkeftina mezina pêşmergeyên Kurdistanê berdewam e. Pêşmerge heta niha gihatine armancên xwe yên leşkerî.Di derbarî operasyona doh de fermandarê pêşmergeya daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand.Daxûyaniyê de tê gotin:Nêzîkî saet 12:00 roja Yekşemê 23 Cotmehê, hêzên Pêşmerge karîbûn armancên xwe yên serekî di operasyona berfireh de li nêzîkî Başîka li bakurê rojhilatê Mûsilê pêkbînin ku ji dorpêçana 8 gundan bi rûberekî nêzîkî 100 km çargoşe pêkhatiye.”Herweha daxuyainê de hatiye ragihandin ku operasyon di dema hati diyarkirin de armancê xwe destve aniye û pêşmerge hêviya fermana serokê Kurdistanê ne.Di beşek din yê daxûyaniyê de tê ragihandin: “Di operasyona îro de, ev gund hatine dorpêçkirin: Bîr Helan, Fazilya, Omer Qayçî, Kanûnî, Behzan, xirab Delîl û Tîz Xirab a Mezin, herwiha hêzên Pêşmerge bi mebesta kêmkirina tevgera çekdarên DAIŞê û rêgirî li hêzên ku piştevaniya wan dikin, beşekî mezin ji rêya werekî ya Mûsil û Başîka kontirol bikin.”Di heman operasyonê de, herî kêm 8 otombîl û 3 motorsîklêtên bombekirî yê DAIŞê hatine rûxandin, 3 ji wan otombîlan bi riya firokeyên havpeymanan hatine teqandin, di heman demê de bidehan çekdarên dAIŞê hatine kuştin, 5 ji wan berpirsbûn, yek ji wan Ebû Farûq ku emîrê DAIŞê li Başîka bû hat kuştin ligel Ebû Nesir, Ebû Keral, Ebû Hesen û Ebû Ebdulrehman.

Back to top button