Endamekî Encumena Serkirdatiya PDKê ragihand ku hinek alî hene dixwazin destkeftên Hêzên Pêşmerge bikin destkeftên hizbî û sivkatiyê bi Pêşmerge dikin. Herwiha dibêje, terorîstên DAIŞê bi riya telefonê ji berpirsên xwe re dibêjin, Mesûd Barzanî li eniya şer e û şerê me dike, lewma em nikarin bergiriyê bikin. Elî Ewnî Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hin aliyên siyasî bûne metirsî li ser asayişa neteweî û di ragihandinên xwe de dixwazin ji pîroziya serkeftinên Hêzên Pêşmerge kêm bikin, lê serkeftinên Pêşmerge û beşdarî û serperiştiya Serok Barzanî di şer de, bala hemû cîhanê dikşînin. Wek mînak jî Tevgera Goran dixwaze destkeftên gelê Kurdistanê bike hizbî.” Ewnî wiha got: “Bi rizgarkirina Mûsilê careke din metirsiya dijmin li ser Herêma Kurdistanê namîne û heta ku Mûsil di destê DAIŞê de be metirsiya wê li ser rewşa Kurdistanê heye, lewma beşdariya Kurdan û Hêzên Pêşmerge di vê operasyonê de xwedî giringiyeke mezin e bo gelê Kurd.” Elî Ewnî wiha domand: “Beşdariya Serok Barzanî û hebûna wî li eniyên şer, bû sedem ku Hêzên Pêşmerge serkeftinê bidest ve bînin, ku min bi xwe bi riya telefonê ji çekdarên DAIŞê dibihîst ku ji berpirsên wan ji wan re digotin, çima hûn direvin, wan jî digotin Mesûd Barzanî li eniya şer e û şerê me dike, lewma em nikarin bergiriyê bikin.” nikarin bergiriyê bikin.”