Cîhan

Di 100 salên dawiyê de gelek mafên kurdan hatin xwarin!

Serokê partiya Karker a Brîtanyayê di panelekê de ragehand di 100 salên dawiyê de gelek mafên kurdan hatin xwarin.Serokê Giştî yê Partiya Karker (PK) a Brîtanya Jeremy Corbyn li Londrayê di panelekê de peymanên Sevr û Skkes-Picot mînak nişandan û got: “Di 100 salên dawî de gelek bêhêqî li kurdan hat kirin. Li Rojhilata Navîn guherîn dibin û bêyî kurdan li herêmê tu pirsgirêk nayên çareserkirin.”Jeremy Corbyn di berdewamiya axaftina xwe de got: “Nasnameya gelê kurd hat înkarkirin û bi peymanên cuda muhkûmî êş û azarê kirin. Di hêmanên Wilson de jî behsa projeya Kurdistana serbixwe tê kirin. Lê di salên borî de ev xal nehate qebûlkirin. Li herêmên ku min wezîfê kir hejmara kurdan pir zêde bû. Ez bi xwe jî li çend herêmên Kurdistanê geriyame. Kurd li ser axa rastî gelek zilm û bêheqiyan hatin.Corbyn di dirêjiya axaftina xwe de got: “Ji bo her pêşniyara Sûriye û Rojhilata Navîn divê em hisabê gelê kurd jî bikin. Li vir em behsa gelekî ku ziman û nasnameya wî hatiye windakirin dikin.”Basnews
Back to top button