CivakRojev

1 Dolar bû 11.20 Lîreyê Tirkî

Li Tirkiye rewşa darayî ber bi xirabiyê ve diçe. Taybetî piştî li ser daxwaziya serokkomar Erdogan Banka Nawendî faîz daxistin rewş hêja xirabtir bû. Roj bo roj bahayê Lîrê Tirkî li himber Dolar/Ewro dadikeve û ev yek bandorê li jiyana xelkê dike. Niha Dolarek bûye 11.20 lîrê Tirki.

Bihabûna dolar li himber lîreyê Tirkî dibe sedemek ku gelek keluper û sutemenî bihatir dibe. Yanî bi awayek din piyase bi temamî dolar ve girêdaye û dema bihayê lîrê Tirkî dikeve hêza xelkê ya kîrina tişta kêm dibe.

Gelek pisport vê yekê baweriya piyasê ve girê didin. Yanî bawerî nemaye û ji bo vê jî sermaya biyanî xwe dide aliyekî . Li gora pisporên siyasî û darayî nabe serokkomar midaxeleyê banka nawendî bike. Ji xwe ev yeke ku dibe sedemê bawerî di piyaseya darayî de têkdiçe.

Back to top button