Nivîsar

 Li cem kurdan jin û jîyan

”Jin û jîyan” peyveke bi hev dû re girêdayîye. Jîyan ji jin tê. Bi rastî rola jinan di nav civakê de cihekî girîng digre. Emê di vê nivîsa xwe de qala jinên Kurd bikin. Cihê jinan di nav civaka Kurdan de çi bûye? Di nav malbatê de cihê jinan çi bûye?

Bi rastî mirov dikare di serî de vêya bibêje, Ewil jinên Kurd azad in. Lê belê ev azadî bi şiklekî din xwe dide nîşandan. Jinên Kurd li paş derîyan nîn in û serûk navêjin ser çavê xwe. Bi azadî di nav zilaman de dijîn û ji ber fêdîkarîyê girtinê nadin nîşandan. Jinên Kurd di şahîyan de, dawet û şînan de, an jî di cejnan de di nav hevdû de ne, û bi hev re dîlanê an reqsê dikin.

Bi îslamîyetê  orf û edetên wan piçekî hatibe guhertin jî lê bi gelemperî  nehatîyê guhertin. Kurdan bi giştî mirov dikare bibêje ku, berê xwe dane Rojhilata Ewrupa .  Jinên Kurdan, li malê bi tenê bin û mêvanekî zilam were, wê demê ev bi xwe bê mêrê xwe dikare mêvanê xwe bihewîne. Ev  tevger di nav Kurdan de tiştekî asayî ye. Helbet ev gotin bila şaş neyê fêhmkirin. Ji hêla xirabîyê nîn e. Bilakîs ji hêla başbûnîya wan e.Lewra wekî zilaman tevdigerin.

Jinên Kurd pir bi îfet û bi namus e. Di nav Kurdan de peyvên fuhuş tune ye. Li ser vêya gelek nivîskar jî lêkolîn kirine û vekolandine. Jîyana jinên Kurd bi awayekî din tên berçavan. Mirov dikare bi rojanî  bibêje ku jinên Kurd wekî zilaman e. Xanima mala xwe ye .Zilam an zarokê wê qedir û qîmet didin wê. Di malbatê de soza wê girîng e. Fikr û ramanê wê muhîm e.

Jinên Kurd ji heqê karên zor jî derdikeve. Bi tena serê xwe pirsqirêkan dikare çareser bike. Car cara hewceya mêran  nake. Helbet jîyan bi parvekirinê xweş dibe. Haya pîrekê ji vêya jî he ye. Bi gelemperî mêrên Kurd di erda de, li çolan dixebite. Erdê diajo, cot dike, fêkî datîne,..hwd.  Jinên Kurd jî van fêkîyan zûwa dike, xalîçe an jî merşik diresîne,  karên malê dike û hwd. Belê mirov lê mêze dike ku parvekirinek he ye . Her kes karê xwe dike. Alîyê hevdû dikin. Yanî di jîyana wan de parvekirinên eşkere he ne. Helbet ev gotinên hanê ji bo malbatên li gundan dijîn tê gotin. 

Demên niha meriv lê dinêre ku Kurd li bajaran dijîn. Her kes bi karekî ve mijûl dibe. Mêr li sazîyekê, jin li sazîyeke din dişûxule. Parvekirin hew di nav malan de maye. Pîrekên li çîya û banîyan dijîn, dikarîbûn li hespan jî sûwar bin û tifingendazî jî bikin.

Em dibînin ku jin di  şerên eşîrên de jî hebûne. Bi mêran re di şeran de tekoşîn dane. Min jî  jinên ku di şer de tekoşîn daye  wek mînak di nivîsa xwe ya berê de  dabû. Me qala Fata Mêr kiribû, wê were bîra we. Fata mêr jî di şerekî de bi 500 mêran re tekoşîn li ber dijminan dabû. Yanî bir kurtasî Jinên Kurd wekî zilaman jî dijîyan. Jin bê tirs bi rehetî dikarîbû  zilamê xwe rexne bike. Fikra xwe bi azadî beyan bike. Hîn jin ciwan e, mêr dîsa jî wê guhdar dike. Ne wekî gelên din e. Mîsal di nav Tirkan de heya ku jin pîr nebe soza wê bê qîmet e. Ev tevgerî di nav gel de bi asayî tê fêhmkirin. Di ramanê de jî parvekirin he ye.

Di nav gelê Kurd de jin guneh tê hesibandin. Ji ber vêya jî hurmet dibîne. Lê belê meriv  carina lekolînên ku bi alîyê ve (bi awayekî alîgir)  hatîye kirin dibîne ku, wekî jinên Kurd her tim mirovekî ji alîyê mêran ve hatîye bindestkirin. Lê belê ev nivîsana rastîyê nadin nîşandan. Di dîroka Kurdan de cihê jinan her tim girîng bûye. Heta carna jinan eşîrên ku bi hevdû re şer kirine  lihevanîne. Di nav şerên eşîran de bê tirs gerîyaye. Lewra herdû alî jî hûrmetek daye jinan. Li dijî jinan ranebûne jinan nedane.

Di mêjîya wan re derbas nebûye. Carina cihek bûye mêr, ji ber tirsê  nikarîbûne derbas bibin, lê jin bê tirs ji wan cihana derbas bûne. Him xwe him jî zarokê xwe derbas kirine.

Dem bûye jinan  li herdû alîyên ku bi hevdû re şer dikin li meydanê sekinîne û an ev pevçûna di şûna xwe de sekinîye an jî qedîyaye. Ev yek, ji ber hurmetê ye ne ji ber tirsê ye. Yanî bi kurtasî mirov dikare bibêje jinên Kurd her tim bi helwesteke waqur sekinîye. Jinan di nav gel de tevgerîyeke  bi hurmet dîtîye. Jinên Kurd wekî şêr bûye. Di vê mijarê de gotinen pêşîyan heye, dibê şêr şêr e çi jin e çi mêr e….

 

Sevdan Kaplan:/Nûçevan

Back to top button