Polîtîk

Hevdîtinên serokê hukumetê berdewamin

Serokê hukumeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji aliyekî ji bo aloziyên nava Kurdistanê û ji aliyek din ji bo pêwendiyên derve di nava çelakiyek bi hêz de ye. Di vê dema ku pirsa Kurdistana Başûr di qada navnetewî de derketiyê pêş pêwendiyên li gel welatên din xwedî giringiyek taybet e.

Di vê çerçovê de serokê Hukumetê hevdîtinên xwe yê li gel balyoz û konsolosên welatên biyanî berdewam dike. Barzanî li Hewlêr civînek li gel kosolosê Polonya yê li Bexdayê pêkanî.

Di hevdîtinê de konsolusê Polonya pîrozbahiya welatê xwe pêşkêşî serokê hukumetê kir û ji bo pêşdebirina pêwendiyên Polonya û Kurdistanê hinek pêşniyar pêçkêşî serokê hukumetê kirin.

Back to top button