Polîtîk

CHP destûrek nû dixwaze, lê çewe?

Serokê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu li bajarê Bilîsê tevlî kongreya CHP-ê ya şaxa Bilîsê bû. Di kongreyê de Kiliçdaroglu axavtinek kir û axavtina xwe de behsa pirsa kurd jî kir.

Kiliçdaroglu di axavtina xwe de got:Pirsgirêka kurd bi çekan nayê çareserkirin. Çareseriya vê pirsê tenê li parlementoyê ye. Li parlementoyê ji bo çêkirina destûra nû em komisyona ji bo li hevkirinê avadikin.

Kiliçdaroglu berdewambûna axavtina xwe de got: Ez ji dil û can bawer dikim ku pêwistiya Tirkiye li destûrek nûjen heye.

Serokê CHP-ê di axavtina xwe de rexneyên tûnd li hukumeta Ak Partiyê kir. Gelek balkêşe ku Kiliçdaroglu dema serdana bajarekî Kurdistanê dike behsa pirsa kurd dike.

Heta niha li gora daxuyaniyên ku berpirsên CHP-ê didin, CHP dixwaze destûrek nû çêbibe, lê naxwaze ku her sê maddeyên destûrê yên sereke bêne guhertin û vê yekê wek xeta sor dibînin.

Dema ev 3 madde neyên guhertin tu wateya destûrek nû bi xwe taybetî ji bo kurda tuneye. Ji ber ku naveroka destûra nijadperest di van her sê madeyan de heye.

Back to top button