PYD hêka Kurdayetiyê xistiye bin mirîşka Be'es
Nivîskar Sûre Mergasora Mergeyî li babetek de behsa siyaseta şaş ya PYD dike û çend pirsiyaran pêşkêşî Saleh Muslim û PYD dike.
Nivîskar dibêje guman li wir de tûne ku Beşar Esed li vê cenga mezhebî de ya serdikevê, yan têkdiçe û li cihê nêrîna wan sunniyên Rojavayê Kurdistanê dikevê ber ezmûna siyaseta dagîrkeriyê, pirsiyar eweye PYD ji vê dîktatoriya li nav guhertinên Suriyê de çi ji bo Kurd desteber dike?
Eger Beşar Esed serkevê peymana PYD û rejîma Suriye dikeve bin bandora wê plana muxaberatiya ku Saleh Muslîm muzayedeya Kurdayetiyê pêve dike. Bi berevajiya wê jî eger hevrik an jî opozîsyon serkevin PYD karekî wiha kiriye pirsa Kurd li gel bextê Beşar Esed têkilhev kiriye, wate Saleh Muslîm hêka Kurdayetiyê xistiye bin mirîşka Be’es. Ji bo wê yekê berî kar û şer û gengeşeya mezhebî li nav Suriyê bi aliyek de bişkevê, pêwîste Kurd li PYD û Saleh Muslîm bipirsê:
ــ Gelo ew peymana siyasî û serbazî û aboriya li gel rejîma Suriyê girêdaye bersîva armanca neteweyiyan dide?
ــ Gelo şûna wê peymanê baştir nebû li gel partî û aliyên siyasiyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê rêkketiba?
ــ Gelo qaçaxçîtî li bin perdeya şoreş û şoreşgeriyê de Kurd ji plana muxaberatiya Suriye û êrîşa terorîzmê diparêzê?
ــ Gelo ewê baweriya siyasî li pişt neteweya me dibexşê ne şîret û rênimayiyên Serok Barzanî ne, yan gotin û sozên muxaberatiyên Beşar Esedin? Paşa roj û yek alîbûna aloziyên li nav Suriye bersîva wan pirsiyarane û gelek pirsiyarên din jî dide.