Polîtîk

Bosna-Hersek li Kurdistanê nûnertiya xwe vedike

Li Stenbolê Wezîrê Uze(Enerji) ya Bosna- Hersek serdana Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Erdal Turhul Wezîrê Uzeya Bosna-Hersek serdana Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û Turhul di derbarê şîrketên Bosna-Hersekî yên li Kurdistanê de kar dikin zanyarî pêşkêşî Barzanî kir.

Her wiha Turhul behsa ezmuna şîrketên Bosna-Hersekî yên di warê karebê de kar dikin kir û xwest ku ew dikarin vê ezmûna xwe pêşkêşî Kurdistanê bikin. Her wiha xwest peywendiyên Bosna-Hersek û Herêma Kurdistanê pêş bikeve û di vî warî de xwestin ku nûnertiya xwe li Herêma Kurdistanê de vekin.

Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê Kurdistanê xweşhaliya xwe bi karê wan şîrketan de derbirî û da zanîn ku ew dê zêdetir hewl bidin peywendiyên Bosna-Hersek û Herêma Kurdistanê pêş bixin û her wiha ji bo vekirina Nûnertiya Bosna-Hersek jî ew ji bo her alîkariyeke amadene.

Back to top button