Civak

Qadir Qaçax: Ew kesê zimanê dayikê nezane, nexwendewar hesabe

Bi piştvaniya her dû Wezaretên Rewşenbîriya Iraq û Wezareta Rewşenbîriya Kurdistanê li qezaya Şêxan konferansek bi navê Dîdarê Rewşenbîriya Kurdên Êzdî hate li darxistin.

Li Konferansê de ku zêdetirê 150 rewşenbîr amadebûn Siyasetmedar û Helbestvanê navdarê Kurd Qadir Qaçax rexne li naveroka konferansê kir û da zanîn ku konferansê de bi zimanê Erebî babet hatine pêşkêşkirin, mixabin hê jî Kurdên me yên resen nekarîne xwe ji asîmîlasyona Erebî rizgar bikin.

Her wiha Qadir Qaçax got; Li gor biryareke Unesco bi awayeke zanistî derxistiye, dibêjin ew kesê ku zimanê dayika xwe nezanibe ew nexwendewar hesabe.

Back to top button