Zumar bi temamî ji DAIŞ hate pakij kirin
Wezereta Pêşmerge îro ragihand ku nehiya Zummar bi temamî kete di bin kontrola hêzên pêşmergeyên Kurdistanê de.
Ji doh ve pêşmergeyan ji bo azad kirina devera Zummar dest operasyonekî berfireh kirîbûn. Her doh êvarî ketin Zummare de lê tev kontrol nekirin. Ji bo ku gelek çekdarên DAIŞ dimînin û xwe intixar dikin û herweha dema teslîm dibin jî hinek hewldidin xwe biteqînin.
Herweha dema direvin şûn xwe ve bombên çandî û TNT dihêlin. Ji bo vê yekê kontrola temamî dem digre.
Îro ji berî demekî berdevkê wezereta Pêşmergê general Helgurd Hikmet daxuyaniyek da û eşkere kir ku Zummar di kontrola pêşmerge de ye.
Di vê derbarê de Helgurd got:Îro Hêzên Pêşmerge êrîşekî berfireh kirin ser çekdarên DAIŞê li Zumarê û karîn wê navçeyê ji çekdarên DAIŞê paqij bikin û niha bi temamî ketiye bin kontrola Hêzên Pêşmerge. Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di pêşrewiyê de ne û çekdarên DAIŞê reviyane.