Polîtîk

Xurmato: Pêşmerge êrîş dikin

Vê sibehê, Hêzên Pêşmerge li eniya Xurmatû bi alîkariya balafirên şer li çend aliyekî ve êrîş kirin û niha di pêşrewiyê de ne.

Mihemed Îsmaîl, berpirsê navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Xurmatû ji KDP.info re ragihand: “Vê sibehê Hêzên pêşmerge bi hevkariya balafirên şer, ji 3 aliyan ve operasyoneke mezin birin ser çekdarên DAIŞê û niha ji hersî aliyan di pêşrewiyê de ne û şer jî berdewame.”

Got jî: “Şevê din jî Hêzên Pêşmerge karîn di operasyonekê de bo ser gundê Selam, ew gund ji terorîstên DAIŞê hat paqij kirin û niha jî li wî cihî berev pêşve diçin.”

Mihemed Îsmaîl got jî: “Hêzên emnî ev çend rojin rêya derekî Bigdan girtine, lê rêyekî din bo xizmetguzariyan vekirine, ku ji rêya sereke ya Bexdayê nêzîke.”

Hevdem got: “Her îro, terorîstan kargehekî biçûk ya xazê kiribûn armanc û çend hawinek têdane, lê nehatiye teqandin.”

 

Back to top button