Civak

Ciwanên Kurdistanê naxwazin eskeriya Tirkan bikin

 

 

Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

Welatên dagirkirî, ji gelek aliyan ve di bin bandora welatên dagirker de ne û hêzên dagirker dixwazin bi her awayî miletê bindest entegreyê pergala xwe bikin. Ji ber vê yekê hewceye ku netewên bindest, bi her awayî ji pergalên dagirker veqetin.

Gelek cureyên têkoşînê hene. Ji ber ku têkoşîna netewî di hemû qadên jiyanê de ye. Ger netewek bixwaze serxwebûna xwe bi dest bixe, divê di hemû qadan de ji pergalên dagirker veqete.

Li Kurdistanê, di vî warî de mijareke girîng jî leşkerî ye. Ev mijar him pir girîng e, him jî şermeke mezine li ser xortên Kurdan. Hewceye ku em zûtirîn vê şermê ji ser xwe rakin.

Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê him ji bo vê şermê ji ser xwe rakin û him jî ji bo di vê qadê de veqetîna ji pergala dagirker pêk bînin eşkere dikin ku emê leşkeriya artêşa Tirkan a li welatê me dagirker e nekin.

Divê helwetek zelal hebe ku veqetîna ji pergalên dagirker pêk bê. Ji bo ku helwesta me baş bê famkirin emê sedêmên xwe jî bibêjin.

Em ne li hember leşkeriyê ne. Ger welatê me serbixwe bûna, ji bo parastina Kurdistanê meyê bi dilxweşî di nav artêşa Kurdistanê de leşkeriyê bikirana.

Wekî din, em niha ji bo leşkeriya dagirkeran nekin dikarin gelek rêyan bibinin. Em dikarin raporên nesaxlemiyê derxin û ji leşkeriyê mûaf bibin. Em dikarin li welatekê din bi salan bişoxilin û dîsa ji leşkeriyê mûaf bibin. Em dikarin heta 29 saliya xwe tecîlê bikin û piştre pere bidin û leşkeriyê nekin. Em dikarin gelek rêyên din bibinin lê emê ji vana tuyan jî nekin.

Em tenê û tenê ji ber ku artêşa Tirkan li welatê me Kurdistanê dagirker e red dikin ku leşkeriyê jê re bikin. Hewce nake ku em bi sedemên cur be cur wek ku me li jor diyar kir ji leşkeriyê xelasbin û wicdanê xwe rehet bikin. Ev xwe xapandine. Loma em ne xwe dixapînin û ne jî kesek din dixapînin. Em eşkere dibêjin ku encamê wî çi dibe bila bibe emê ji artêşa dagirker re leşkeriyê nekin.

Banga me ji hemû xortên Kurdan re;

Bila tu xortên Kurd neçin leşkeriyê. Ger pir dixwazin şer bikin, bila tevlî refên pêşmergeyên qehreman bibin û welatê xwe li hember çeteyên terorîst biparêzin.

Me sedemên xwe anî ziman û emê niha kaxizên xwe yên leşkeriyê bişewitînin.

Bijî Serxwebûna Kurdistan!

Bimire Dagirkerî!

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Back to top button