Civak

Li Zummar 92 çekdarên DAÎŞ hatin kuştin

Doh dema pêşmergeyan ji bo temamî rizgarkirina Zummar ji destê teroristên DAÎŞ 92 çekdarên DAÎŞ hatine kuştin.

Di derbarê şerê azadkirina Zummar de fermandeyê eniya Zummar general Cemal Mihemed ji BasNewsê re got:Çekdarên DAİŞ’ê bombe di çendîn xanî, otomobîlan de bicîh kiribin, herwiha li ser rêya nav komelgeha Girvirê jî danîbûn, loma dema ji aliyê ekîbên pispor ve hatin paqijkirin çend teqîn çêbûn.

erdewamiya axavtina xwe de fermandar got:Di şerê doh ê Hêzên Pêşmerge de li eniya Zummar zêdeyî 92 termên çekdarên DAİŞ’ê bicîh mane, herwiha 160 çekdar jî birîndar bûne û bo nexweşxaneyên Komarî û Selam ên Mûsilê hatine veguhestin, birînên gelekan ji wan jî dijwar in.’Moralê çekdarên DAİŞ’ê bûye sifir, nema dikarin berevaniyê bikin û direvin.

Di derbarê qurbaniyên hêzên pêşmerge de tu agahdarî nehat dayin.

Back to top button