Civak

Li Mexmûrê saziyên hikûmetê dest bi karûbarên xwe dikin

Piştî devera Mexmûrê ji çekdarên DAÎŞ hetiye paqijkirin piraniya saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê vegeriyane ser karên xwe û dest bi karên xwe yên rojane kirine.

Îbrahî Şêxila qaymeqamê bajarokê Mexmûrê di daxuyaniyekê de ji malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê re got:

– Saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê dest bi karên xwe yên rojane kiriye, bi tenê rêvebiriya barê şaristanî nebe ku, ew jî di çend rojên bên de dê vegere bajêr û dest bi karûbarên xwe bike.

Hevwelatiyên bajêr, kurd û ereb, bi rêjeyeke ber bi çav vegeriyayne ser mal û milkên xwe, ereb kêmtir begeriyane, hindek ji ereban tevî DAÎŞ bûbûn û yên din jî digel kurdan qesta deverên herêma Kurdistanê yên aram kiribûn.

– Wezareta koç û koçberan ya hikûmeta Îraqê ji bona ku alîkariyên diravî bi koçberan bide komîteyek pêkanîye, lê belê heta nu tu budce ji aliyê hikûmeta Îraqê û ne jî ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve nehatiye berdest kirin ku, tezmînat ji lêqewmiyan re bên dan. Daxwaz ji wan hevwelatiyên zirar û ziyan gihiştiyê hatiye kirin ku, serdana komîteyên taybet bikin û ew zirar û ziyanê gihiştîn wan qeyd bikin.

Saziya xêrxwazuya Barzanî û sermayedarên kurd di warê dabînkirina xurak dabînkirina pêdawîstiyan de bi berdewamî alîkariya xelkê deverê û hêzên pêşmerge dikin, ji aliyê wezareta koç û koçberan a hikûmeta Îraqê jî ve hindek alîkarî bo lêqewmiyan hatine.

Qaymeqamê Mexmûrê got ku, hindek pirsgirêk hene û aliyên peywendîdar mijûrî nehêlan û çareserkirina wan pirsgirêkane. Li gor qaymeqam, pirsgirêka sereke kêmiya avê û elektirîkê ye. Ji ber şerî hêlên elektirkî nemane û hêşta hemû karmendên rêvebiriya elektirîkê jî nevegeriyane ser karên xwe.

Devera Mexmûr ji qeza Mexmûr û nahiyeyên Gwêr, Kendînawa û Qerac pêk tê. Nifosa wê nêzîkî du sed hezar kesî dibe û 75% kurd in. zêdetir ji 90% ew dever ji aliyê hêzên pêşmergeyê Kurdistanê ji terorîstan hatiye paqijkirin û din kontrola pêşşmerge û hikûmeta Kurdistanê de ye.

Back to top button