Cîhan

Daxuyaniya hevbeş li dor hijmar û rewşa koçberan

Hikûmeta herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekgirtî piroseseke hevbeş ji bo zanîna hijmara koçberên li herêma Kurdistanê hene encam de û li gor wê serjimêriyê ji destpêka sala 2014ê heta nuha 850 000 kes ji deverên cudayên Îraqê bo herêma Kurdistanê koçber bûne û hijmara herî zêde jî li wîlayeta Duhokê bi rêjeya 64% bi cî bûne.

Ji koma 1 800 000 penaran li Îraqê zêdetir ji 600 000 bi tenê di meha tebaxê de koçber bûne. Ev yek ji encama şidet û alozî û rewşa emnî ya xerap, bi tyabetî li wîlayeta Nînewa, Diyala û Enbarê  seîhildaye.

Li gor dateyên ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve, dibin serperiştiya wezareta pilandanan a herêma Kurdistanê û rêxistina koç û koçberan a cîhanî (IOM) ve haitne komkirin tê zanîn ku koçber zêdetir ji 1000 deveran li herêma Kurdistanê bi cî bûne.
Hatina 850 000 kesan bo herêma Kurdistanê û berê jî hatina nêzîkî 226 000 penaberên surî ku ji aliyê rêxistina cîhanî UNHCR ve hatine qeyd kirin û par sal  jî nêzîkî 325 000 kes li deverên din yên Îraqê bo herêma Kurdistanê hatibûn, nuha hijmara giştiya penaberan li herêma Kurdistanê digehe 1 400 000 kes.

Wîlayeta Duhokê bi hemû bajar û bajarokên xwe ve zêdetir ji 500 000 koçber hewandine û pêwîstiya wan bi avahiyan, xwarin, av, derman û parastinê heye. Piştî terorîstên rêxistina DAÎŞ Şingal û çend deverên din konttrol kirin bi tenê di meha tebaxê de 89% ji koçberan ber bi herêma Kurdistanê û taybetî ber bi Duhokê hatine.

Li dor pirosesa serjimêriyê, Elî Sindî wezîrê pilandananê yê hikûmeta Kurdistanê got: ”Ev yekemîn pêngave ku, ji bo dabînkirina pêdawîstiyên serekiyên jiyanê bo wan kesên di rewşek xerap de dijîn gelek giring e. Em weke hikûmeta herêma Kurdistanê lêkolîn dikin daku bizanîn ka çi di îmakanên me û dostên me deye bo penaberan bikin. Di çend heftiyên bên de dê stratîjîyek timam zelal hebe lê bi rastî jî ev wezîfeyek zehmete. Em nuha mijûlî avakirina kampan in.

Kêvin Kenedî  cîgirê koordînatorê karûberên mirovî li Neteweyên Yekgirtî (NY) bo karûbarên Îraqê dibêje: ”Ev wezîfeyeke dijwar e, NY digel rêxistinên nehikûmiyên navdewletî ji bo encamdan vê wezîfeyê û xweşkirina rewşa penaberan pabend in. Bi hezaran ton hevkarî gihiştiye koçberan û bi sedan karmendên NY ji bo alîkariyê gihiştina herêma Kurdistan û Îraqê. Pêşkeşkirina alîkariyên mirovî li Îraqê di vê rewşa xerapa emnî de û hijmara zêdeya penaberan, ne karekîm hêsane, lê hikûmeta herêma Kurdistanê bi awayekî bêmînak ji nêzîk ve hevkarî û serperiştiyê dike. Ev kirîza koçberan weke ya sala 1991ê dijware, pêwîste hemû alî ji bo gihandina alîkariyên mirovî hevkar bin.

Hijmara koçberan li wîlayetên herêma Kurdistanê

Wîlayet Hijmara koçberan/ tebaxê    Rêjeya koçberan/ tebaxê    Hijmara koçberan ji destpêka 2014ê    Rêjeya koçberan ji destpêka 2014ê
Duhok 986، 418  89%  384، 543  64% 
Hewlêr 276، 42  9% 544، 170  20%
Silêmanî û
Germiyan
166، 11  2% 920، 136  19%
kom 428، 472  100% 848، 850  100%

 

Back to top button