Cîhan

Ziyanmendên Corona: 1-Îtalya 2-Çîn 3-Îran

Hejmara wan kesên ku ji ber Corona canê xwe ji dest dane 10 hezar kesan derbas kir bi vê yekê Îtalya ket pêşiya Çînê.

Li gor amarên dawî qurbaniyên şewba Corona, li seranserê cîhanê 244.523 kes wekî hilgirê vê şewbê hatine tomarkirin, ji vê hejmarê jî 10.031 kes canê xwe ji dest dane, li beramber da 86.031 kes başbune.

Şewba Corona niha li 160 welatên cîhanê belavbûye, heta niha jî li rûyê hejmara tuşbûyan Çîn li rêzbenda yekema cîhanê daye, lê belê li rûyê hejmara can ji destdanê Îtalya pêş Çînê ket, hejmara wan kesên tuşî şewbê bune li wî welatî gihîşt 41.035 kesan, ji wê hejmarê jî 3.405 kes canê xwe ji dest dane, li beramber da tenê 4.440 kes başbûne.

Li beramber da li Çînê li 24 demjimêrên derbasbûyî da hîç tuşbuyekî Corona nehatiye tomar kirin, tenê sê kes jî ji ber vê şewbê canê xwe ji dest dane, bi giştî hejmara tuşbûyan li Çînê gihîşt 80.967 kesan, ji wê hejmarê jî 71.150 kes başbune, 3.248 kes jî ji ber Corona canê xwe ji dest dane.

Li rêz û pileya sêyem da jî Îran tê, ku 18.407 kes wekî hilgirê şewbê hatine tomar kirin, ji wê hejmarê jî 1.248 kes canê xwe ji dest dane, 5.979 kes jî başbûne.

Back to top button