Cîhan

Ziyanên mirovî ji encama şerê li Sûriyê kûrtir dibin

Piştî heftiyekê ji êrîşa komên çekdar ên opoîzsyona Sûriyê li dijî hêzên rêjîma wî welatî, ziyanên mirovî yên vî şerî kûrtir û dijwartir dibin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, hejmara kuştiyan ji dema destpêkirina şer ve di 27ê Mijdarê de, gihiştiy 704 kesan, di nav de 110 sivîl hene.

Herweha ji nav kuştiyan 361 çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam û hevalbendên wê, û 233 ji hêzên rêjîmê û çekdarên alîgirên wê hene.

Ji 27ê Midarê ve, Desteya Tehrîr El-Şam û hin komên hevlabendên wê êrîşek ji nişka ve birin ser pêgehên hêzên rêjîma Sûriyê. Di encamê de karîn dest danin li ser Helebê, ku wek paytexta ekonomî li Sûriyê tê zanîn û ber bi başûrê welat ve pêşde diçin.

Taxên Kurdî li Helebê

Tevî ku Heleb ketiye dest komên çekdar, hêj herdu taxên kurdan li Helebê, Eşerfiyê û Şex Meqsûd, di bin destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ne.

Tê gotin ku komên çekdar ên hevlabendên Desteya Tehrîr El-Şam her du taxên navbûrî dorpêç kirin û dixwazin derbasî nava wan bibin, lê detseya navborî, ku serkêşê vê operasyonê ye, dstûrê nade wan.

Car car behsa hebûna rêkeftinekê tê kirin, ji bo ku hêzên YPG û xelkên Kurd ji her du taxan derkevin, lê heta niha çarenivîsa her du taxan nediyar e.

115 hezar derbider

Cîgirê Kordînatorê Karûbarên Mirovî yê Herêmî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo krîza Sûriyê, David Cardin piştî serdana xwe ya Idlibê ji ajansa France-Presse re got, “Hefteyek bi ser gurbûna şer li Sûriyê re derbas bû. Zêdetirî 115 hezar kes li Idlib û bakurê Helebê derbider bûn e.”

Jêder: Welat TV

Back to top button