Romanek bi mijareke dewlemend
Hûn ê bibin şahidê wê yekê ku bê wan xendekana çi xerabî û malwêranî anîbûn serê gelê me ku hê jî nehatine ser heşên xwe…
Bûbê Eser
Min îro 04-12-2024 xwendina roman hêja Silêman Demir ya binavê ”Serdema Bêbext” qedand. Bi rastî gelekî êşiyam û şad bûm ku brêz bi me da zanîn ku bê kolana xendekan çi bû? Û ji ber çi sedemê pêk hatibû.
Li vê cîhnê erk û berpirsiyariyên nivîskar û rewşenbîrên welatan ew e ku bi fikir û ramanên xwe, bi nivîs û pêşniyarên xwe, pêşiya siyaseta welatê xwe vekin û vedikin. Her weha bi civatê didin zanîn ku çi afat û tofan. Çi xweşî û delalî hatine serê gelê wan, weke roman, helbest û çîrok dinivîsînin ku nivşê nû ji dîroka xwe haydar bin.
Ciwanên dîroka miletê xwe nizanibin, ew nikarin bibin kesayetiyên welatê xwe û ji bona azadî û serxwebûna wî, bi rê û rêbazên li gor xeta neteweyî tekoşîna gelê xwe bidin.
Nivîskar û rewşenbîrên her miletekî jî bi vî karî radibin û dîroka gelê xwe dinivîsînin. Bûyer û kiryarên hatine serê gelê xwe dinivîsînin da ku nivşê nû şarezayî dîroka wan bike.
Bi vê munasebetê ez nivîskarê kurd ê zana û zîrek brêz Silêman Demir pîroz dikim ku wî jî bi vê romana xwe ya bi navê “Serdema Bêbext” dîroka xendekan bi nivşê nû dide zanîn ku bê van xendekana çi afat, tofanî û malwêranî anîbû serê gelê me.
Hê pirtûk nehatibû weşandin brêz Silêman ji min re şandibû ku wê bixwînim. Nerîn û dîtina xwe li ser wê bêjim. Lê dema min dixwend, min xwe jî di nava kolana xendekan de dît û fêr bûm ku kolana wan xendekana ji bona wêranî û koçberiya gelê me bû.
Heger hûn jî vê romana delal bixwînin, hûnê pir bi zelalî û bi zimanekî hêsan û herikbar fêr bibin ku mebest û helwesta xendekan ji ku hat û çima hat? Hûn ê bibin şahidê wê yekê ku bê wan xendekana çi xerabî û malwêranî anîbûn serê gelê me ku hê jî nehatine ser heşên xwe. Hûnê bibînin ku di dema xendekan de û piştî wê jî mirovên me çawa jiyan û dijîn.
Bi xwendina vê romanê her kes dê serwextê gelek tiştên ku li ser daxwaza dagirkeran û bi destê ciwanên me pêk hatibûn, fêr bibin. Weke kurd dibêjin: “Ji min keto bi minketo”.
Xendek projeya hemlayên dawî ya dewletê û rêxistina wê pkk bû ku anîn serê gelê me. Xendek xerabkirin û malwêraniya Kurdan û valakirina Kurdistanê bû. Ev jî projeyek ji projeyên dagirkerên me bû ku li ser destê pkk pêk anîn.
Bi rastî ez nikarim ne vê romana hêja şirove bikim û ne dikarim tiştên hatine nivîsîn ji bîr bikim. Ji bona ku hûn rewşa xendekan, armanc û hedefa wan fêr bibin, divê miheqeq hûn vê romanê bixwînin û xwe bi xwe fêr bibin. Fêr bibin bê ew çi proje bû ku li ser destê qaşo hin kurdan pêk hat.
Niha ev romana hêja li Fura Pirtûkan ya bajarê Diyarbekirê li Standa weşanxaneye DOZê ye. Her kesên ku dixwazin sedema pêkanîna xendekan û malwêraniya kurdên ji ber kolana wan mal û milkê xwe hişt û reviyanin fêr bibin, wê bixwînin.
Ji bona nivîsandina vê romanê ez nivîskarê zîrek û wêrek brêz Silêman Demir pîroz dikim. Dibêjim ku mala te ava be ku kî-ê vê romanê bixwînin dê bi wî zimanê şêrîn û herikbar sedema kolana xendekan û wêraniya gelê me baş fêr bibin.
Wê fêr bibin ku heyşt hezar ciwanên me di ber çi armancê de hatin kuştin. Wê fêr bibin xerabkrina başarên Kurdistanê ji ber çi bû. Wê fêr bibin ku piştî xendekan ew kesên mal û milkên xwe hiştin û berbi bajarên tirkan ve reviyan, çi hatin û tê serê wan.
Ez niha çiqasî jî li ser vê romanê binivîsînim, ez ê nikarim wê bi we bidim zanîn. Loma jî divê hûn bi xwe wê bixwînin û bi xwe fêrî tiştan bibin û hinekê li ser bifikirin.
Destên te sax, mala te ava bî brêz Silaman Demir ku te bi vê xebat û wêrekiya xwe miletê xwe serwextî sedema kolana xendekan kir. Tu her hebî û hêvîdarim ku kesên li fuarê dibin mêvan divê vê berhemê bikirin û bixwnin da ku perçek ji dîroka xwe ya wêraniya bi destê hin kurdan pêk hatibû fêr bibin