Zimanzanên Kurdînezan

Pir kes hene dema gotin tê ser gotinê, dibêjin ku ew ”zimanzan” in. Dema yek ji yekî ji wan dipirse: ”Gelo tu kirdikî (zazakî) û soranî jî dizanî?” Dibêje NA û weha bersiva xwe dide: ”Ma çi hewce ye ku ez kirdikî yan soranî bizanibim!”

Bi vê gotinê diyar dibe ku ”zimanzan”iya wî kesî tenê devokek ji zaravayên kurmancî ye.

Baş e, ji Zimanê Kurdî gelo kesekî ku tenê kurmancî zanibe, mirov dikare jê re  bêje”zimanzan”? Helbet mirov nikare bêje, ji ber ku ew kes tenê devokek ji devokên zaravayekî Zimanê Kurdî dizane.

Bêguman ji Kurdan zimanzanê ku her çar zaravayên Zimanê Kurdî nizanibe, ew Kurd ne zimanzan e, lê ew dibe devozan.

Diyar e ku Zimanê Kurdî ji çar zaravayan pêk hatiye:

1-    Zaravayê Rojhilat, yanî Kurdiya Rojhilat.
2-    Zaravayê Rojava, yanî Kurdiya Rojava.
3-    Zaravayê Başûr, yanî Kurdiya Başûr.
4-    Zaravayê Goranî, yanî Kurdiya Goranî.

Niha piraniya nivîsakrên Kurd ên kurmancên Bakûr, dema behsa nivîskariya xwe dikin, dibêjin kurdî/zimanê kurdî û hwd.
Baş e li virê pirsek tê hişê mirov: Kesekî ku tenê bi kurmancî dinivîse, ew dikar xwe”zimanzan” û ji nivîsandina xwe re jî ”Zimanê Kurdî” bibêje? Helbet nikare, ji ber ku ew bi van zarava û devokên dî nizane.

Mesela ku ez dixwazim li serê rawestim, ev e ku Kurdên kurmancîaxêv rê li ber devoka dimilkî (zazakî) girtine û nehiştine ku ew devok berepêş here û jixwe di warê nivîsandinê de astenbgiyên mezin derxistine pêşiya wî. Wek mînak:
Berê saziya perwerdehiya Kurdan, Medrese bûye. Kîjan ciwanê Kurd ê dilmilkî (zaza) dema medrese xwediye, bêgav maye ku bi kurmancî bixwîne. Hin dersdarên mezin jî hebûne ku ew dimilî bûne, lê wan jî di medreseyan de bi kurmancî ders dane. Ev yek jî bûye sedem ku Kurdên Dimilî bi taybetî jî ji devok û zaravayê xwe yê malê dûr ketin.

Ji aliyê din ve jî heşifandina dewleta Tirkiyê li ser Kurdan bêrawestin domandiye û xasma jî li ser Kurdên Dimilî tîneke xirab daniye. Di nava demê de êdî wisan bûye ku ji wan re axaftina bi zimanê tirkî çêtir û hêsantir bûye. Ha ji ber vê yekê ye ku tê dîtin ango jimareke zêde ji Kurdên Dimilî di salên 60, 70, 80 û 90î de nijadperestiya tirkîtiyê kirine, di van 20-30 salên dawiyê de jî birrek bi tirkîtî olperestî dikin û birrek jî tew dibêjin ku ew ne Kurd in û Zaza ne; miletekî cuda ne û xwediyê zimanekî cuda ne jî.

Îcar berî ku ez bigîjim dawiyê, dixwazim bêjim ku:

– Her zaravayekî kurdî, her devokeke kurdî, serwetek û samaneke Neteweyê Kurd e.
– Her zaravayekî kurdî, bi serê xwe wek zimanê miletekî dî dewlemend e.
– Herweha eger mirov xwedîtî li malê xwe neke, ew mal ne yê mirov e.
– Ew axa ku tu ne li serê bî, çendî ku ew ax bi navê te be jî û tapuyê te jê re hebe jî, ne ya te ye. Yanî kê ew ax biemilîne, ya wî ye.
– Eger Kurd li zimanê xwe xwedîtî nekin, eger Kurdên Bakûr li devoka kirdikî (zazakî) jî xwedîtî nekin, 20-25 sal şûnde kurmancî û kirdikî dê bibin xerîbê hevûdu.

Hêvîdar im ku rewşenbîrên Kurd li vê meselê xwedîtî bikim û derfet bibin nîşandan ku dimilkî jî berepêş here, xasma jî di warê nivîsandinê de bigîje asta xwe ya ku babetê wê ye.

Zeynelabidin Zinar
[email protected]

Nerîna min :