Dosya

Qetilîyama dewleta Tirk bê cezamayin – 15

Gelek qetliyamên dewletê yên bê ceza mayin hatine kirin. Suayib Adlig li ser van bûyeran malbat dîtine û li gel wan hevpeyvîn kirine. Hevdîtinek ji wan jî li gel Malbata Musa Anter hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin. 


S A : Wun karin bahsa bavê xwe apê Musa Anter, jiyan û çalakiyên wî çidikir bahs bikin û bi çi away hat qetilkirin ?

Dicle Anter, bavêmin di salên 1920 li gûndên Şikefta, giredayî Nuseybin’eye, ji dayik bûbû û li Istanbul, Ûniversiteya huquqê xilaskiribu.

Di sala 1944 bi Ayşe Hale re zewicî. Di sala 1945’da kurêwîyê vêga ên mezin Anter çêbu, di sala 1948’de qizekî wî bi navên Rahşan û di sala 1950 ez çêbum.

Bavêmin hê di salên 1950 jibo bi destxistina mafên gelê kurd, bi awayekî zanisti, huquqî û demokratik, bi gelek şexsiyetên ên kurd re dixêbitî, bixwêjî nivîskari dikir, helbest, çirok dinîvîsi, ew bi xwe ferhenga Kurdî û Tirkî wan sala çêkir, rojnamêyên binavên pêşketina welat, Deng – jibo cûwanîya pir ziman, çand, ol, nasnama û civakame pêşkeve û axlep civaka kurdan, di riya aşitîyêde xebatên demokratik jibo standina mafên Kurd û pêşketina xelkê kurd û jibo têgiştina gelê tirk, ji civa kurd dixebitî… Hê wan deman, dewleta Tirk ji van xebatênwî gelek dil tengbun.

Di salên 1959 ji ber helbestekîwîya bi navên QIMIL nivisîbu û di rojnamêda hatibu weşandin, tevî guruba 49 kes hatibu girtin, di vê gurubêda, mahkeme dawa kuştinê jêra hatibu xwestin, lê 27 gulanê ji affuya gişti istifade dike û ew car wisa ji hepsê derdikeve, di temamiya emrên xweda ji ber xebatên wiyên çandi, niviskari û çalakiyên demokratik nêziki 12 salan di hepsêda jiyana xwe derbas dike…

Tirba Musa Anter

Musa Anter : 20 îlone di sala 1992, bi minasebeta vekirina festivalekî huner û çandî hatibu Bajarê Diyarbakir, li ser riya seyrantepe, di serêwîda guleyek, di dilde guleyek û di lingêwîye çepêda bi du gule hatê qetilkirin… yekî bi navên Orhan Miroglu jî pêra birindar dibe.

Çend sal bi şûnde, buyera susurluk di qewime û derte ku bavêmin ji aliyên grubên JITEM’a Diyarbekir, ên timên dewlete wê çaxê berbirêsen wana, Bi navên  Mahmud Yildirim, kod navêwî -Yeşil bûyê – « Terminator » bavêmin hatiye kuştin. Çend sal bi şunde, yeki bi navên Abdulkadir Aygan, li Swede iltica kiriye bi awayek fermi ifade daye gelekan, rojnemevanan û vê dawiyejî, ifada xwe şandiye savciyên Tirkîyê jî, ku bixwejî di gruba JITEM’e bi Mahmud Yildirim’re bi mââş, di karê gruba kujerîyêde, bi salan, li cem wan xebitiye û wê demê bi awayek fermi, mâşên wan ji alî dewleta Tirkîye dahate dayin, hêjî kujerên bavêmin û plankerên li pişt van kuştinan nê hatine lê pirsin, girtin û mahkemekirin…

Be çima ew kas insanên Kurd bê suc ,bi salan hatin qetilkirin, ka dewleta Tirk li ku bu ? Û vegajî ka jibo van kisasa çi dike ?
Pişti bi sedan, hezaran kuştinên kurda, bi sedan û hêzaran hindabûyînên Kurda  hatin revandin û hindakirin, hêjî ev dewleta Tirkîyê qisasan tespit nekiriye, negirtîy û mahkeme nekiriye ev çawa dewlete, nê ez tenê dibejim, rewş eve. Herkes dibêjin ev dewlet, ji gelê kurd’re, ne dewlete, di tevgerekî gelek xeribdaye her tim û gelek kûrê…


S. A :
Pişti kuştina apê we MUSA ANTER Wûn karin hinek bahsa girtina xwe bikin ?
 
FIRAT ANTER :  Pişti kuştina apêmin MUSA ANTER, 20 ilone 1992 / 3 mêh bi şunda, 26 kanun’e 1992 hatin min ji malê birin, 33 roj di bin çavanda, di kereqola JITEM’e girti mam, di bin lêdan, işkênceyêde, min ji kuştine xiraptir kiribun.
Di wî halida, min di serê xweda, ji ber êşa lêdana wan, di dilda digot ey xwêda ez hêvi û rica dikim, ku tu rihêmin zu bistinî jibo ku ez ji deste van zalima, zu xilas bibim.

Gunikê min teqandibun. Parsuyên min û tilîyên min şikandibun…
Piştî 33 roja,  hê min birin girtîgehê. Pişti çar mehê li girtîgehê, min derxistin mahkemê û mahkeme min serbest berda… Ez insanekî cotkarbum û tû sucêkîmin jî tunêbu.

( Firat ANTER, torinê birayê Musa ANTER’e)
Zewicandiyê, du zarukên wî hene, keçek û kûrekîwî, navê kurêwî, Serdest û keçawî jî, bi navên Jiyan.


Suayip Adlig

Li Akarsu, 18 nisane 2009   

Back to top button