
Platforma Zimanê Kurdî daxwazên xwe yên ji bo hilbijartinê eşkere kir û got, “Divê zimanê Kurdî ji bo hemû namzetên ku wê li herêma me beşdarî hilbijartinan bibin, bibe pîvanek hevpar”. Platforma Zimanê Kurdî, têkildarî daxwazên xwe yên ji bo hilbijartinên 2023an li Cemîyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat civînek çapemenîyê li dar xist. Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê Zeyyat Ceylan û Gulîstan Atasoy, Hevseroka Komeleya Nivîskarên Kurd Sultan Yaray û gelek nûnerên partîyan beşdarî civînê bûn.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, îşaret bi hilbijartinên meha Gulanê kir û bal kişand ser wate û girîngîya wê ya civakî û siyasî. Cizîrî diyar kir ku hemû alîyên siyasî ji bo Kurdistan û Tirkîyê çareserîyê pêşkêş dikin û got: “Ev polîtîka yan wê bi biryarî piştgirîyê bide çareserî, aştî, diyalog, azadî, demokrasî û wekhevîyê, yan jî wê polîtîkaya sed salî ya Komara Tirkiyê ya li dijî gelê Kurd berdewam bike. Yan wê înkar, asîmîlasyon û nehesibandina Kurdan bidome, yan jî wê statuya gelê Kurd bê qebûlkirin”.
Ziman û nasnameya Kurdî xeta sor e
Cizîî, destnîşan kir ku “di hilbijartinên 2023an de pirsa me ya sereke ev e; Yan wê Kurd ziman û nasnameya xwe ji nû ve bi dest bixin û bibin hemwelatîyên azad û wekhev, yan jî redkirina hevdu, koletî, nîjadperestî û quretî wê bidome. Di vê çarçoveyê de helwesta Platforma Zimanê Kurdî gelekî zelal e; ziman û nasnameya Kurdî ji bo me xeta sor e. Divê her kes û alîyên siyasî vê rastîyê baş bizanibin. Em kurd in, zimanê me Kurdî ye û welatê me Kurdistan e”.
Cizîrî, daxwazên Platforma Zimanê Kurdî ya ji bo hilbijartinên 2023an wiha rêz kir: “Ji kreş heta dibistanên seretayî û navîn û heta zanîngehan divê zimanê perwerdehîyê zimanê Kurdî be. Divê hemû navên gund, bajar, tax û kolanên Kurdistanê bi Kurdî bin. Personelên ku di sazî û şaredarîyên fermî yên Bakurê Kurdistanê de dixebitin divê bi Kurdî bixwînin, binivîsin û biaxivin. Divê li mizgeftên herêmê xutbe bi Kurdî bê xwendin. Ji bo pêkanîna van daxwazan jî divê sazîyek fermî ya zimanê Kurdî bê avakirin û budçeyek jê re bê veqetandin. Di hilbijartinên herêma me de divê namzetên parlementerî û şaredarîyan bi Kurdî zanibin. Divê ji bo beşdarbûna hilbijartinên herêma me zimanê Kurdî ji bo hemû namzetan bibe pîvanek hevpar. Di pêvajoya hilbijartinê de divê Kurdî di hemû xebatan de baş xuya bibe. Em daxwaz dikin ku hemû namzedên Kurd bi Kurdî biaxivin, nîqaşan bikin, beşdarî civîn, konferans û panelan bibin û bi Kurdî sloganan biqîrin. Bê ziman jiyan nabe, jiyan bi Kurdî xweş e”.


