
Li gor ragihandina Banka Navendî ya Iraqê, di derbarê pereyên ku ji alîyê Banka Kurdistanê ve ji Halkbank a Tirkîyê re hatiye şandin, lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Banka Navendî ya Iraqê diyar kir, wê Banka Kurdistanê ji deynên ku ji alîyê Banka Navendî ve ji bo bankan hatiye dayîn bê efûkirin û di derbarê pereyên ku Banka Kurdistanê derbasî Halkbankê kiriye, lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li gor belgeya ku ji alîyê Banka Navendî ya Iraqê ve hatiye belavkirin, biryar hatiye dayîn ku Banka Kurdistanê ji deynên ku ji alîyê Banka Navendî ve dide bankan, bê betalkirin. Her wiha hat gotin ku heta Banka Kurdistanê sîstema xwe ya elektronîk çareser neke wê zêdetir ji milyarek dînar ji mûçeyê bêpar bimîne.
Di dawiyê de hatiye gotin ku ev hişyarî ji bo Rêveberê Bankê Umer Seîd Hemedan hişyarîya herî dawî ye da ku pabendî biryarên Banka Navendî bibe. Di daxuyanîyê de ji wan re hatiye gotin ku eger kiryarên bi vî rengî yên bankê berdewam bibin, wê 6 meh wext ji wan re bê dayîn da ku xeletîyan rast bikin yan jî biryara qedexekirina karta Banka Iraqê bidin.


