
Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) diyar kir ku Tirkîyê ji ber helwesta xwe ya li dijî Kurdan biryara girtina seferên ji bo balafirxaneya Silêmanîyê li daye û got, “YNKê pêşengiya êrîşên li dijî kurdan nekir“.
YNK di derbarê biryara Tirkîyê ya ji bo seferên firokexaneya Silêmanîyê daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyanîya malpera fermî ya YNKê de hat gotin, “Dewleta Tirk cara duyemîn e qada hewayî ya Silêmanîyê digire. Sedema yekemîn referandûma serxwebûna Kurdistanê bû. Sedema rawestandina geştên asmanî yên di navbera firokexaneya navdewletî ya Silêmanîyê û Tirkîyê ji bo cara duyemîn wek hevkarîya Yekîtî Niştimanîya Kurdistanê ya bi Kurdên Rojava re tê xuyakirin. Yanî seferên Silêmanîyê ji ber dijberîya Kurdan hatin rawestandin“.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku YNK hêzek Kurdistanî ye û wiha hatiye gotin: “Têkoşîna me ji bo tevahîya Kurdistanê ye. Eger metirsîya DAIŞê li ser Kurd û Kurdistanê hebe, YNK amade ye parastina wan bike. Ji bo alîkarî û jinavbirina metirsîya terorê, çawa ku çû Hewlêr û Kobanê, amade ye biçe cîh û deverên din jî. Ji vê re Kurdbûna resen tê gotin “.


