
Cemîyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya binpêkirina mafan a meha Adarê eşkere kir.
Rapor balê dikişîne ser hilbijartinên 14ê Gulanê û dibêje, “di pêvajoya hilbijartinan de yek ji mijarên herî zêde tê nîqaşkirin ewlehîya hilbijartinê ye û girîngîyeke wiha tê dayîn. Azadîya çapemenîyê ku yek ji hêmanên sereke yên ewlehîya hilbijartinê ye, di bin dorpêçê de ye. Her ku hilbijartin nêzîk dibe, di vê pêvajoyê de zextên li ser çapemenîyê roj bi roj zêde dibin. Her rojnameger, her malper, her ajans, radyo û televizyonên ku hikûmetê dikin hedef, jê re ceza tê birîn”.
Di raporê de hat ragihandin ku xalên “qanûna sansûrê” ji bo binçavkirina rojnamegeran wek hincet tên bikaranîn û hat gotin: “Bi nêzîkbûna hilbijartinê re rojnamevanên ku li dijî polîtîkayên hikûmetê dengê xwe bilind dikin û mîkrofonan dirêjî xelkê dikin, welatîyên ku nerehetîya xwe tînin zimên jî di çarçoveya vê qanûnê de girtî ne û dozên di derbarê wan de berdewam dikin.
Di raporê de hat ragihandin ku hikûmet ji alîyekî ve “qanûna sansûrê” li ser azadîya çapemenîyê xistiye, ji alîyê din ve di meha Adarê de 8 rojnameger rastî êrîşan hatine, 16 hatine binçavkirin û 1 rojnameger jî hatiye girtin. Tecrîda edlî ya li ser rojnamegeran di meha Adarê de jî berdewam kir.


