CivakRojev

Hejmara koçberên ji Tirkîyê ji sedî 27,3 zêde bû

Li gor daneyên koça sala 2020an hejmara kesên ku ji Tirkîyê koçî derveyî welêt kirine ji sedî 27,3 zêde bûye û hejmara kesên ku koçî Tirkîyê kirine jî ji sedî 50 kêm bûye.

Li gor Îstatîstîkên Koçê yên Navneteweyî yên sala 2020an, ku ji alîyê Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê (TUÎK) ve hat ragihandin, li gor sala 2019an koçberî ji sedî 27,3 zêde bûye. Hejmara kesên ku ji Tirkiyê koçî derveyî welêt kirine derketiye 420 hezar û 463an. Ji nifûsa ku ji Tirkîyê çûne derveyî welêt 77 hezar û 810 welatîyên Tirkîyê û 342 hezar û 653 jî welatîyên biyanî ne.

Ji alîyê din, ji sala 2020an hejmara kesên ku ji derveyî welêt koçî Tirkîyê kirine li gor sala borî ji sedî 49,7 kêm bûye û bûye 340 hezar û 845 kes. Ji nifûsa ku koçî Tirkîyê kirine ji sedî 53,6 mêr, ji sedî 46,4 jin in. Ji nifûsa ku ji derve hatine 98 hezar û 349 welatîyên Tirkîyê û 242 hezar û 496 jî welatîyên biyanî ne.

Back to top button