Nivîsar

Zilamên baş nabine qeraş

Dilciwan HelbestZILAMÊN BAŞ NABNE QERAŞ!Jiyan li ser rûwê erdê li dinyayê ji hemû maxloqan re heye û xwendina îlîm û edebiyatê tibî û fenî teknîkî civakî şer-î hukukî bi her awayî ji her kesî re rewaye û wecibe, gerek her kes bixwênê gelek an hindik. Hûn xwe çawa dibînin, hûn bi çi çavî li xwe binerin hûnê bibne ew!Nebine qeraşê dijmin hûn ne qeraşin nebine qeraş. Wexta ku te qeraştî kir xelk wê bi çavê qeraşîtîyê li te meyzênin. Pêşketin û nirx însanî û medenî civak û hoz ev di destê gel de ye. Wexta ku Gelê Kurd bi çavê serbilind û pêşketî serfirazî hur û azad li xwe binerê îlle wê azadîyê bidest bixê. Lê ku bi çavê himal û kole lixwe binerê wê bêne perçiqandin, wê bêne helandin. Her bixwînin û bifikirin naveroka hebûn û tunebûnê tomar bikin pêşeroja we wê tarî bê an wê ronîbê?Gotinekî pêşîya heye dibêjin,çêlkewê baş ji hêka xwe de başa. Ku çêlkewê me nebaş derkevin ma em çi bikin? Ji xelkê re gelek başin lê ji xwe re malik weritîne. Li pêşberî hev radibin wekî gura, pev dikevin, bi quretî galgala xwe dikin wekî mêra, di îbadet û misilmatîyê de bang didin wekî dîka lê ku dijmin dibînin dibin wekî pisîka, bi şetexalîke nerm û hêdîka xwe ditewênin ji dijmin re wekî sêwîka, dibê belkî tewambarin benqe şêlandine, an mêr kuştine. Dibêjin, ez rica dikim rica dikim beyim; wekî ew meznê wan jî got: “Ez ûzûr dîlerîm te di ku belkî me erda wan zeft kirîye, me neheqî û zordarî li wan kirîye bexşandinê ji dijmin xwest û xwe rezîl kir! Lîderê Kurda zû teslîm dibin xeynî Mustefa Barzanî ev lehenge mêr ji nav derxin ev teslîm nebû lê ê din teslîm bûn.Xwezka ku gelê Kurd jî wekî gelê dora xwe kiribana heman ji wan elimîbana yek girtî û hevpar hev karî, li xwe xwedî derketibana. Hema bitehinîya pozê wan bişewtiya,fedî bikra piçkî kesatî fêm bikrana. Ka Ecem û Ereb û Tirk bi çî xwe ji te çêtirin? Xweda kes ji kesî çêtir çê nekirye. Însan xwe ji hev bilinttir û mestir dikin, hin bi zorê û hin bizanebûnê hin bi xapandinê hineka dikine kole, ewê ku bûne kole wext derbas dibê zarokên wan dibê qey ji berê de Xweda em bi koletî çêkirine xwe layîqî meqam û azadîyê nabînin! Pers parsekê me bûn Tirk pismamê Yacûc û Macûca ne û Ereb reîyeta Sesanî û Roma bûn evana miletê Kurd ji xwe re kirine kole. Kurd jî li wan xweş tê çavan pehn dikin deynakin.Ji quretîyên pûç re hene lê ji tiştê ku gel sûdê ji bigrin ew nabêjin û nakin û rastîyê qebûl nakin wexta ku rastî neyê qebûl kirin mere nikarê ne tişkî bikê û ne jî bêjê. Her tişt dibin kewşê de dimînê zîl didê heta ku genî dibê ku genî bû dawî hat rizî çû. Ji xwilamtîya dijmin re gelek jêhatîne, palene başin cotkarîne pakin qeraşne arvan hêrin!Heger mere heqîqetê bêjê dawe gelek girane. Heger mere heqîqetê nebêjê dawe felişye û rê çewte wê ew dawî jî werê derkevê holê, lê ku her tişt qedîya hasil gîha Mûsil wî wextî gazinê bi dûv gura de bê fêdene, her em dibêjin lê em napêjin, wexta ku tu napêjê nebêje jî!Bê çawa dûnya gulobal dibê aqilê însan jî pêre tev digerê, ev ne para merevek bi tenêye yan ji heremne re, ev jî temamê dinyayêre ye hingî weqî û qapanek pêwîste. Wellahî Kurda ne rahiştine benê pîvanê û ne jî rahiştine qapanê, ne pênus û ne lênus bikar nanîn. Mane bi der ne li êşin û ne li misraxêne bûne sêwya bê dê û bê bav ber kulmiskan mane belengaz.Her şiklekî gîha di wextê xwe de şîn dibê, her fêkîyek di wextê xwe de dighê û her çîçekkî di wextê xwe de vedibê. Bela heya we ji her tiştî û her wextî hebê bo ku hîle li we nebê. Lê ku gîha hişk bû ji nûka tu herê çinînê ev çû, ku gul seriddîn pel weşandin tuwê çibkê ji wan gula? Ku fêkî giha û wext derbas bû çûka qulquland genî bû tê çibkê jê? Dawya bêndera neçe ser mahsera. Em hatine asta dawî yan mirin yan serkeftin, tiştê wisa normal nemane yan azadî yan koletî.Bi wan gotinê wekî xwen û xeyalan emê aşîtîyê û biratîyê û wek hevîyê çêkin, ev xewnê zarokê heft salî ne. Ka kê ji we re gotîye werin em bi hev re ji bonî vî gelê Kurd emê tekoşînekê berxwedanekê bikin ka kê ev soz û biryar bi we re dane? Hûn bixwe van çîroka bikar tînin ev teve beletewşîne dev ji vî karî bedrin. Xerîteke netew û projeke azadî û serxwe bûné çêkin bi yek beş hevkarî Kurdewarîke xwirt, tekoşînek bi hêz hişkere ne veşartî, her tişt dîyar û zelal bidne pêş. Heger em bên kuştin em zanibin bo çîye, em şehîdbin serbilind û azadîye. Xebatek bi rûmet ku mere bikê heger me re biser nekeve jî tu şerm nîne lê ku me re xaîntîyê bi xwe re û gelê xwe re bikê qebeheta mezin ewe.Niviskarekî hêja gotiye: “Ewê ku tarixê naxwînin wekî zarokê heft salî dimînin. Ey xwendevan û guderên me hûn dîrok û bûyerên ku di serê milletê Kurd re derbas bûye qenc bixwînin. Lê ku we xwend hem serre bixwînin û hem binre jî bixwînin û di mîjîyên xwe de tomar bikin û her wextî bixwînin!Gelek xortê Kurda helbest û dîlok tevêtne ser Sitalîn û îro jî birek mezin li dûv wê riya çewt û şaş demeşin. Belê xort no de ka dîroka çîyayê Agirê bixwînin şoreş û berxwedana Îhsan Nûrî Paş bê Sitalînê we çi di serê gelê Kurd kirîye? Gelo ma hûn van dîroka egehdar bûne? Îhsan Nûrî Paşa şoreşekî gelekî bi serfirazî û serkeftin kir. Dîjmin çav tirsandî kir nema wêrabû ku herne nîzêkî çiyayê Agirê. Lê ma em çi bêjin ji xaîna re xaînê mezin Sitalîn dijmin bakirnê û pêre peyman kirin û Sitalîn Şahê Îranê jî neçar kir ku bi wan re yekîtî çêbikê. Ordîya Rus dijmin li çiyayê agirê zîvirandin û Îran ji alyê din ve dorpêç kirin xwarin û vexwarin û erzak cebilxane ji ser wan qutkirin. Mane neçar! Karesateke mezin anîne serê Kurda ev bi kurtî min lêxist.

Back to top button