Polîtîk

Zeynelabidin Zinar li weqfa Beşikçî semînerek pêkanî

Yek ji rêzesemînerên Zeynelabidîn Zinar a dawîn ku di meha Adarê de dest pê kiribûn, îro (13/04/2013) li Stenbolê bi dawî bû.

Mazûrvanên semînerê Komeleya Olnasên Kurd û Weqfa Sosyolog a Îsmaîl Beşikçî bûn.

Semîner 13. 04. 2013, saet 17.00 de li salona avahiya Wefê Hola Banokeyê ”Teras Salon”ê (İstiklal Cad. Ayhan Işık Sokak No.21/1-4 Taksim – Beyoğlu) hate domandin.

Pêşî berpirsê kovara Ronahiyê Jîr Amedî behsa naveroka semînerê kir ku Pêvajoya Medreseya Kurdî ji sala 950 hetanî dawiya sala 2000î ye û kurtejiyana nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar ji beşdaran re xwend. Piştre Zinar dest bi semînera xwe kir û axaftina wî hetanî saet 19.00 domand.
Beşdarên semînerê bi piranî, ji ber ku ciwanên zanîngehên cuda bûn, gelek pirsên balkêş ji Zinarî hatin pirsîn.

Semîner saet li dora 20.00ê şevê bi coşeke mezin û bi çepikên beşdaran bi dawî bû.

2013-04-13
Rojeva Kurd/Stenbol

Back to top button