Peyama serokê Kurdistanê bi minasibeta 25 saliya enfalan:

Di salvegera bîst û pênç saliya destpêkirina karesata diltezîn a enfala a li dijî ax û kurên gelê me, ez silavan ji bo giyanê pakê şehîdên enfal û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê  dişîn im . Ew şehîd bi tenê ji ber nasnameya xwe bûne qurbanîyê dirindetirîn awayê bîrkirinê û hukimraniyê ku Be’esa gor be gor piyade dikir.

Enfal birîneke ebediye li ser bedena gelê sîtemdîtiyê Kurd û nîşana rûtana dijminên gelê Kurde li hemû bihayekî mirovî û exlaqî. Li gel wan hemû azaran jî raste dijmin bêwîjdan û dilreq bû, raste cîhan bê rehim û bê deng bû, lê belê gelê Kurd bergiriyê li xwe kir û zîndî ma û niha bi serbilindî ruyê wî li paşarojê ye.

Di vê salvegera xemgîn da, ez hez dikim bi welatiyên rêzdarên Kurdistanê û hemû aliyê siyasî re bêjim; li şûna ku, enfal û ew hemû nehametiyên bi ser gelê me da hatin divê ew me teşwîq bikin û li şûna ku em wan bikin kereste û aletên muzayedeya siyasî, bila em pêkve ji bo pêkanîna armancên gelê me û ji bona ku qurbanîdana enfal bi vala neçe û paşarojeke aram û dûr ji karesatan ji bo nifşên paşarojê dabîn bikîn kar bikin.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
13.04.2013

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: