Civak

Zewaca bi rêya ofîsa Peyman

Nivêsîngeha Peyman bo hevjîniyê (zewacê) di sala 2009ê hatiye vekirin û birêka vê nivêsîngehê heta nuha 36 xêzan pêkhatîne, xwedanê nivêsîngehê jî red kir ku hevjîniya bi rêya ofîsa wan pêk tê dijî qanon, şeriyet û dabunerîtan be. Xwediyê ofîsa Peyman eşkere kir ku dê nivêsîngehên xwe li Hewlêr û Duhokê jî veken.

Faîq Heme xwedanê nivêsîngeha navbirî taybet bo War got: Ji sala 2009ê heta nuha wan 655 form firotine û 36 xêzan jî birêka wan pêkhatine û dîsan diyar kir ku daxwazî bo wan ji Bexdayê, ji bajêrên din yên Kurdistanê, 8 kes ji rojhelatê Kurdistanê û 35 daxwazî jî ji revenda kurd ji Ewropa û Emerîkayê hatine. Li dor buhayê dagirtina forman jî, Faîq Heme  got ku her formek bi 15000 dînarên îraqî ye û roja çavpêkeftinê jî  kesê/a form dagiertî 15000 dînarên din pêdiviye bide.

Li dor aliyê şeriî, ka gelo zewaca bi rêya ofîsa navborî şeriî ye yan na? Dr. Beşîr Xelîl parlamantarê Kurdistanê ji komîteya ewqaf û karubarên dînî bo got: ”Ofîsa Peyman  eger ji layê hikmetê ve ya destûrdayî be û li dûv şeriyet û qanûnê tevbigere, tiştekê başe û wergirtina paran jî helal e û tiştekê siroştî ye.

Ji layê xweve Faîq Hemey got: Em li dûv şeriyetî û dîsan bi rêyên  qanonî û dabunerîtên kurdî ji bona pêkanîna xêzaneke serkeftî kar dikin, herwesa bo jina duyê jî em formê nadeyne kesê heta fermana dadgehê nebît, me digel rêkxistinên afiret, jinan û layenên dînî hevkarî heye.

Li dor pêzanînên dihêne wergirtin got: Bo kuran du form hene;  yek taybete bi pirofaylê wî û yê din jî  merc û sîfetên keca wî divêt tê da dihêne tomar kirin, Ji  bo keçan jî bi tenê navê wan dihête wergirtin.

 Bîlal Ehmed/War

Back to top button