Vîdeo

Zana: Pirsa kurd nabe bibe qurbana çend dengan

Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê namzetên xwe yên Diyarbekir dan nasandin. Ji namzetên blokê Leyla Zana bibîrxist ku berî 17 salan jinavbirin û înkar hebû lê niha zêdetir nêzîkî çarseriyê ne. Li ser pirsekê ger ku çû Mecilîsê dê helwêsta wê çibe, Zana wiha bersiv da: ‘’Divê em di paşerojê de nealiqin û nemînin asê.’’ Zana herwiha diyar kir ku pirsa Kurd pirseke hewqasî mezin û ciddî ye ku nabe bibe qurbana çend dengan.

Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê, ji bo namzetên xwe yên Diyarbekirê Leyla Zana, Emîne Ayna, Hatîp Dîcle, Nursel Aydogan, şerafettîn Elçî û Altan Tan bide naskirin civîneke çapemeniyê lidar xist. Civîna çapemeniyê li Komeleya Rojnamevanên Başûrê Rojhilat hat lidarxistin û namzetên blokê Zan, Ayna, Aydogan, Elçî, Tan Şarêdarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr, şaredar û berpirsên BDPê yên Diyarbekirê amade bûn.

Destpêkê namzetên blokê hatin nasandin û piştre namzetan bersiva pirsên rojnamevanan dan. Li ser pirsekê derbarê pêngavên ku ji bo aştiya civakî bên avêtin de Leyla Zana got: ‘’Ji bo aştiyê pêngava yekem ku Meclîs û civak jî bavêje rizgarbûn e ji pêşdaraziyê. Ger ligel hemû rastiyan mirov nêzîkî pirsê bibe dê were çarser kirin, her desthilateke ku hat bi devkî pirsa Kurd hildan dest nek wek naverok, ev pirs pirseke hewqasî mezin û cidî ye ku nabe bibe qurbana çend dengan.’

Zana: Me hebûna gelê Kurd bi pêdagirî parast

Derbarê wêya di navbera 17 sal berê û pêvajoya niha de çi ferq heye de jî, Zana wiha axifî: ‘’17 sal berê înka û jinavbirin hebû, înkar ne tenê li beramberî gelê Kurd, li dijî rengên xwezayê jî hebû. Di wê demê de hewl hat dayîn ku işaretên trafîkê yên kesk û sor û zer jî biguherînin. Lê me hebûna vî gelî bi pêdagirî parast. Bedelên vê jî çêbûn. Lê di pêvajoya niha de hêviyên min ên çarseriyê hene.’’

Li ser pirsa ger çû Meclîsê dê helwêsta wê çibe jî Zana wiha bersiv da: ‘’Tu wateya wê nîne em di paşerojê de bialiqin û bimînin asê. Divê mirov pêşerojêzindî bihêle lê nealiqe û nemîne asê. Destûra ku dê di 2011an de bê çêkirin wê Kurd bi çi statuyekê tê de cîh bigrin, dê qebûlkirina Kurd tenê axaftina be yan naverok jî dê hebe emê bibînin. Divê qebulkirina Kurd di destûrê de bikeve jêr ewlehiyê. Bi nerîna min nîqaşa pirsê çareseriyê bi xwe re tîne.

Elçî: Ya ku hêzê dide PKKê û me jî gelê Kurd e.

Ji Şerafettîn Elçî jî daxwiyaniyên Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên derbarê namzetên blokê hatin pirsîn û wiha bersiv da: ‘’Mixabin rewşa dramatîk ya ku Berêz Serokwezîr Erdogan ketiyê hun bi xwe jî dibînin. Di vir de ya ku hêzê dide PKKê û hêzê dide me jî gelê Kurd e. Piştgirî û hêza me piştgiriya gelê Kurd e, hêza wî ye û divê wiha bê famkirin.’’ (Rûdaw)

Back to top button