Polîtîk

Zêrevaniyek bi tometa gendeliyê hate girtin

Amîdekî Fermandeyê Zêrevanî bi biryara Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li ser dosyeya gendelî û bertîlxwarinê “îtxîlas” hate girtin û li dadgeha serbazî da dosyeya wî tê yek alî kirin.

Îro yekşem Amîd Necîm Hacî Tofîq naskirî bi “Piling” li ser fermana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê hate girtin û wî şandin girtîxaneya serbazî û paşê her li dadgeha serbazî biryar di derbarê vê dosyeyê de dide.

Li gor çavkaniyeke rojnameya “Uşe” Amîd Piling ku heman demî de berpirsê lîjneya qerebû û vegerandina wan fermanberan bû ku li serdema şerê navxweyî û paşê jî ji kar hatibûn derxistin, li ser dosyeya gendelî û îxtîlasê bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê hate girtin û li girtîxaneya serbazî dimîne û lêkolîna wê dosyeyê tê kirin”.

Piştî qedandina lêkolîna dosyeyê, Dadgeha Serbazî ya Herêma Kurdistanê biryar li ser dosyeyê dide.

Back to top button