Polîtîk
Bêyî beşdariya Kurdan hikumeta Iraqê pêknayê
Cîgirê Hevalbenda Kurdistanî di civata nûnerên Iraqê da radigihîne ku bêyî beşdariya Kurdan nikarin tu hikumet li Iraqê pêkbînin.
Muhsîn Se’dûn got: Rêjeya dengdanê çend be lîsta Dewleta Qanûnê nikare bêyî beşdarîkirina Kurdan hikumetê pêkbîne û dupat jî kir ku beşdariya Kurdan li Bexda, destkefteke neteweyî ye û kes xêra pê nake.
Her wiha diyarkir ku ew dem bi ser ve çûye Dewleta Qanûn bikare daxwaziyên Kurdan pişt guh bixe, ji ber ku niha Iraq di metirsîdartirîn qonaxeka siyasî û emnî daye û got: Di hilbijartinên bihurî da, Malikî bi peymana Hewlêrê bûye Serok Wezîr, lê vê carê Kurd dê hişyartir serderiyê di gel bikin.