Zêrevanên Terzî terorîstin
Fawzi Akram Tarzi Turkmenekî ji Kerkukê ye û ji lîsteya guruba Sadir parlementerê Iraqêye. Îro 3 kes ji zêrêvanên Fawzi Akram Terzi, ji teref Dadgeha Kerkû ve hatin hukum kirin. Li gora agahdariya berpirsê beşê ragihandina asayişa Kerkûkê Ferhad Heme dayî; Ji berî salekî hinek bûyerên terorî li dijê çend polîsên û efserên Iraqî û hinek leşkerên Amerîkî li Kerkûke hate kirin. Piştî lêpirsînekî, Kazim Cewad Kazim, Hebîb Muhemed û Emced Razî wek tawanbar hatin binçav kirin û îro Dadgeha Kerkûkê ew bi 15 salan hukum kirin.
Ferhad Heme berdewambûna daxûyaniya xwe de dibêje: “ Ev her sê kes zêrevanên gelek nêzik û taybet yên Fawzi Akram Terzi ne.Wan gelek hesanî dikarîna çekan rakin û hinek çekên ji bo çelakiyên terorî pêyda bikin. Hat eşkerekirin ku destê wan teror kirina hinek polis, efserên Iraqî û Amerîka de hebûye. Herweha çend caran bi topên havên avêtine firokxaneya Kekûkê jî“