Kultur
Nilufer Akbal di şahiya Newrozê ya FKKS ê de
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê roja şemiya 27 ê adarê de, li Stockholmê ahenga Newrozê amade dike.
Programa Newrozê têra xwe dewlemend e. Nilufer Akbal, Aras û Ismaîl Cuma stêrkên ahengê ne . Grupên folklora KOMCIWAN û Grupî Helperkêy Uppsala dê rengê bidin şevê û coşa ahengê xurt bikin.
Ahenga Newrozê di 27 ê adarê 2010 roja şembiyê, saet 17.oo an, li Solna Hallen ê dest pê dike. Aheng di rêberiya FKKS ê û sponsoriya ABF û Folksamê amade dibe.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê