Zêdeyî 100 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Çavkaniyeke agahdar ji bajarê Mûsilê eşkere kir ku di encama êrişa îro ya Hêzên Pêşmerge de li eniya Xazirê li ser DAIŞê, 100 terorîst hatin kuştin.
Seid Memozînî Berpirsê Ragihandina Şaxa 14 ya PDKê li Mûsilê ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku îro Hêzên Pêşmerge êrişeke berfireh kirin ser terorîstên DAIŞê û derbeyên mezin li wan dan, 40 çekdarên DAIŞê ji şer reviya bûn, lê DAIŞ ew 40 çekdar dane ber guleyan û hemû kuştine.”
Memozînî wiha got: “Jibilî kuştina wan 40 çekdaran, 100 çekdarên din ên DAIŞê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.”

Nerîna min :